Artêşa Tirk li Biradostê 12 welatî girtin

​​​​​​​Artêşa dewleta Tirk a dagirker vê êvarê 12 welatiyên Başûrê Kurdistanê girt û hejmarek hespên wan kuştin.

Artêşa Tirk li Biradostê 12 welatî girtin
15 nîsan, 2022   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihadin ku artêşa dewleta Tirk a dagirker vê êvarê 12 welatiyên herêma Başûrê Kurdistanê girt û hejmarek hespêk welatiyan kuşt. Her wiha di dema girtinê de îşkence li welatiyan kirine.

Nûçegihanê Rojnews’ê ragihand ku kesên hatine girtin, xelkê gundên Dîla, Malmaluk û Mîdan ên ser bi bajaroka Sîdekan a navçeya Soran a Hewlêrê ne.

Şahidekî bûyerê eşkere kir ku piştî ku destûr dane wan biçin li herêmê pincar kom bikin, artêşa Tirk riya wan girtiye û hejmarek şêniyên wan gundan reviyane. Her di wê demê de artêşa Tirk gule berdane wan û hejmarek hestên wan welatiyên reviyan kuştine.

Hate diyarkirin ku ew 12 welatiyên hatine girtin, îşkence li wan hatine kirin, hespên wan hatine kuştin û heta niha çarenûsa wan welatiyan nediyar e.