Belgeya peymana îxanetê -SERHED BAŞÛR

Belgeya peymana îxanetê -SERHED BAŞÛR
16 nîsan, 2022   06:05

Ji dema Mele Mistefa Barzanî ve, malbata Barzanî belgeya xiyanetê bi hêzên dewletên mezin re îmze kir. Naveroka vê belgeyê ew e ku nehêlin tu tevgereke kurdî bêyî erêkirina wan û bêyî ku di saziyên îstîxbaratî yên wan hêzan re derbas bibin, li çar perçeyan tev bigere. Dibe tevger were qebûlkirin û îhtîmal e ku neyê qebûlkirin jî, heger neyê qebûlkirin divê malbata Barzanî şerê wan bike. Li ser vê mijarê gelek nimûne hene:

1-Di sala 1965’an de Mele Mistefa Barzanî bû zilamekî şahê Îranê. Ji bo pêkanîna peymana bi hikumeta Îranê re derbeyek li PDK-Îranê da û şerek li dijî fermandar û kadroyên partiyê ragihand. Di çend mehan de Mele fermandariya partiyê têk bir û ji 11 endamên Komîteya Navendî 8 endam qetil kirin. Her wiha zêdetirî 40 şervanên jî qetil kirin. Mele cenazeyên wan radestî desthilata Îranê kir, bi wê yekê Mele Mistefa û dûvikên wî tevgera Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê ji bo berjewendiya hikumeta Îranê tesfiye kir.

2-Fermandarên PDK’ê yên li Tirkiyê, ji wan jî Seîd Alcî û Dr.Şivan tesfiye kirin.

3-Mele, fermandarên PDK-Sûriyê, ji wan Hemîd Derwîş, Mele Mihemed Niyo û Cegerxwîn bi tawana ku propagandaya partiya xwe li hin gundên Kurdistanê yên girêdayî dagirkeriya Tirk dikin, girtin.

4-Dema Mele şoreşa bi fermandariya wî ragihand ku bi dawî bûye, hin pêşmergeyan qebûl nekir ku dev ji berxwedanê berdin. Lê Mele ew pêşmerge tesfiye kirin, ji wan jî Elî Esker û hin hevalên wî.

Ev îxanet di serdema Mele Mistefa yê bav de çêbûn, lê dema desthilat kete destê kurê wî Mesûd, girêdayîna bi wan hêzan re zêde bû, bi taybet jî dewleta Tirk û di şexsê AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan de. Lê belê beriya li ser wê yekê were axaftin, divê hin kiryarên îxanetê yên Mesûd werin destnîşankirin, ji wan jî;

1-Ji bo pêkanîna ajnîdeyên dijberî armancên gelê Kurd, ji destpêka damezirandinê ve li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tev digere.

 2-Ji bo derbekirina YNK’ê ya bi serkêşiya Celal Talebanî di şerên navbera wan de li ser dahatûyên deriyê Îbrahîm El-Xelîl, PDK’ê alîkarî ji artêşa Iraqê ya bi serkêşiya Sedam Hisên xwest. Ew yek jî Gulana 1994’an pêk hat û heta 1998’an dewam kir.

3-Her carê ku artêşa Tirk destwerdanê li Başûrê Kurdistanê dike, malbata Barzanî hevkariya wê dike û li kêleka wî şer dike. Her kes komkujiya hovane ku zilamên Mesûd Barzanî li nexweşxaneya Hewlêrê pêk aniye dizanin ku di encamê de zêdetirî 70 gerîlayên birîndar şehîd bûn.

4- Di 2014’an de Şengal di nav pençên çeteyên DAIŞ’ê de hiştin da ku fermanên dewleta Tirk û hikumeta Malikî pêk bînin, her wiha da ku rêxistinên terorîst xurt bikin ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Heta ku ev malbat hebe û xizmetî dijminan bike, dê lîsteya îxanetê dirêj bibe. Lê divê mirov pirsa serweta ku ev malbat werdigire, bike. Em li vir dikarin bi kurtayî bibêjin ku rojnameyeke belçîkî di 3`ê Nîsana 2020’an de nivîsek li ser serweta malbata Barzanî weşand ku bi qasî 600 milyar dolar e. Lê li gorî rojnameya Shar Press jî ku ji rojnameya belçîkî wergirtiye, serweta malbata Barzanî 600 milyar dolar e û wiha par ve dibe:

Mesûd; 372 milyar dolar.

Nêçîrvan; 115 milyar dolar.

Mesrûr Mesûd Barzanî; 54 milyar dolar.

Mensûr Mesûd Barzanî; 21 milyar dolar.

Weysî Mesûd Barzanî; 18 milyar dolar.

Mehixsî Mesûd Barzanî; 11 milyar dolar.

Mistefa Mesûd Barzanî; 9 milyar dolar.

Ev agahî ji rojnameya Brussels-Bruxels a belçîkî hatine girtin.

Malbata Barzanî ev pere ji peymanên petrolê ku firotine şîrketên tirkî wergirtin. Ev rastî dema wezîrê enerjiyê yê Amerîka Dan Bullitt got hikumeta herêmê rojane du milyon bermîlên petrolê hinarde dike, eşkere bûn. Ev jimar ji jimareya ku Lîbyayê hinarde dike, mezintir e. Lê di heman demê de gelê Kurd ê li herêma Başûrê Kurdistanê rojane ji ber nedana mûçeyan xwepêşandanan li dar dixin. Gelê Başûrê rûbirûyî birçîbûn, xizantiyê ne, lê îxanet jî ji xêr û bêrên Kurdistanê bi milyaran dolar dilîzin.

(fr)