Mesrûr Barzanî bi Erdogan re civiya

Serokwezîrê herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê civiyan. Barzanî diyar kir ku di civînê de teqezî li ser berfirehkirina derfetên hevkariya ji bo ewlekarî û aramiya herêmê kirine.

Mesrûr Barzanî bi Erdogan re civiya
15 nîsan, 2022   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serdana Tirkiyeyê kir û li Qesra Dolmabahçeyê ya li Stenbolê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya. Mesrûr Barzanî têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyaniyek kurt parve kir.

Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de rewşa Iraq, herêmê û pêwendiyên di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê hatine guftûgokirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku herdu aliyan teqezî li ser berfirehkirina derfetên hevkariyê ji bo ewlehî û aramiya herêmê kirine. Mesrûr Barzanî got: “Di civînê de me behsa rewşa Iraq û deverê û têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê kir û me teqezî li ser berfirehkirina derfetên hevkarî ji bo ewlekarî û aramiya deverê kir.”

Barzanî û Erdogan daxwaziya xwe ji bo pêşxistina hemahengî û peywendiyên dualî li ser esasê berjewendiyên hevbeş di hemû waran de, bi taybetî di warê aborî û bazirganî de nîşan dane.

Çavkaniyên medyaya Tirkiyeyê ragihandine ku serdana Mesrûr Barzanî ji bo guftûgokirina 2 mijarên sereke de ne, yek mijara henardekirina gaza Herêma Kurdistanê û mijara duyemîn jî şerê li dijî gerîla ne.

Di hevdîtinê de ala Herêma Kurdistanê nehate bi cih kirin, li herdu aliyên wan ala Tirkiyeyê hebû.

Mesrûr Barzanî di hevdîtina xwe ya li gel Erdogan de, guftûgoya herdu mijaran kiriye ku mijara ewlehî û aborî ye.

Çavkanî: Rojnews