​​​​​​​Ji ber topbarana li ser gundê Til Tewîl ziyanên mezin ên madî çêbûn

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Til Temirê ziyanên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan.

​​​​​​​Ji ber topbarana li ser gundê Til Tewîl ziyanên mezin ên madî çêbûn
15 nîsan, 2022   18:15
HESEKÊ

Artêşa dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê vê êvarê, gundên Tewîla, Til Tewîl û Um El-Kêf ên navçeya Til Temirê bi obus û moşekan topbaran kirin. Di heman demê de gundê Xirbet Şeîr, Dada Ebal û navenda navçeya Zirganê dan ber topan.

Di topbarana li ser gundê Til Tewîl ê Asuriyan de ziyanên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan.

ANHA