​​​​​​​Hêzên dagirker gundên Eyn Îsayê topbaran dikin

Gundên navçeya Eyn Îsayê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

​​​​​​​Hêzên dagirker gundên Eyn Îsayê topbaran dikin
15 nîsan, 2022   18:30
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bîr Îsa, Dibis, Hoşan, Fatsa, Mişêrfê, Xalidiyê, Seyda, kampa Eyn Îsa, xwaringeha Seqir û rêya M4 yên dikevin rojava û rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi moşek û obusan topbaran dikin.

Têkildarî ziyanên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.

ANHA