Rûsyayê ragihand ku 30 “çeteyên Polonyayê” li Kharkivê hatine kuştin

Rûsyayê ragihand ku li Kharkivê 30 “çeteyên” Polonyayê hatine kuştin. Wezareta Rûsî got hindek maye ew bjarê Mariupolê kontrol bikin, lê serokê Şaredariya Mariupolê Vadim Boychenko jî ew yek derewand.

Rûsyayê ragihand ku 30 “çeteyên Polonyayê” li Kharkivê hatine kuştin
15 nîsan, 2022   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hişyarî da ku wê li hember êrişên muhtemel li dijî Rûsyayê bê bersiv nemînin û dê êrişên xwe li dijî Kîevê zêde bikin.

Li gorî Tora Rûsya El-Yewm, berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konashenkov di civîneke çapemeniyê de îro gotiye ku hêzên Rûsyayê şeva din bi moşekan êriş kiriye û baregeheke li Kharkivê rûxandiye û 30 “çeteyên” ji Polonyayê hatine kuştin.

Hêzên Rûsyayê şeva borî, avahiyeke leşkerî li derdora Kîevê kir hedef.

Konashenkov eşkere kir ku balafirên şer ên Rûsyayê şeva din 13 baregehên leşkerî rûxandine di nav de depoyên moşek û topavêjan û 10 baregehên û cebilxaneyê yên Ukraynayê tune kirine.

Moskovê demeke berê ragihandibû ku hindek maye ku hêzên Rûsyayê bajarê Mariupolê bi temamî kontrol bike, lê serokê şaredariya bajêr Vadim Boychenko ev yek derewand û got Rûsya hêzên nû belav dike û hêzên welatê wî li ber xwe didin.

(şx)