Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî dan malbata şehîd Henîfe

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî dan malbata endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Henîfe Yûsif ku di 13`ê Nîsanê de şehîd bûbû.

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî dan malbata şehîd Henîfe
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî dan malbata şehîd Henîfe
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî dan malbata şehîd Henîfe
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî dan malbata şehîd Henîfe
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî dan malbata şehîd Henîfe
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî dan malbata şehîd Henîfe
Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî dan malbata şehîd Henîfe
15 nîsan, 2022   12:25
HELEB

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Henîfe ya li nêzî çerxerêya Gulê Selmo ya li rojavê taxa Şêxmeqsûd ya Helebê hat vedan.

Îro bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, saziyên sivîl, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Cewherî berê xwe dan konê sersaxiyê û sersaxî dan malbata şehîd.

Di merasîma sersaxiyê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Remzî Bekir wiha axivî: “Yên li ser fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan mezin bûne, dev ji doza xwe bernadin. Em gelekî azadîxwaz û aştîxwaz in û dev ji pêkanîna armanca şehîdan bernadin.”

Bi navê Kongra Star jî Amina Xidro û Zeyneb Elî axivîn û diyar kirin ku bi saya fikr û feselfeya rêber Abdullah Ocalan jin ji bo azadiya xwe tê dikoşe, ji ber wê ji aliyê dewletên kapîtalîst û pergalên serdest ve tên hedefgirtin.

Her wiha li ser navê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Arif Ebdo axivî û destnîşan kir ku Rojhilata Navîn û cîhan di pêvajoyeke hesas û xeter re derbas dibe.

Ebdo teqez kir ku aloziyên di demên dawîn de li cîhanê çêbûne bandor li Sûriyê jî kir, ji ber wê dewletên zordest zext li ser herêmên Rêveberiya Xweser zêde kirin da ku destkeftiyên wan têk bibin.

Ebdo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bilindkirina têkoşînê, şopandina rêya şehîdan da ku hemû planên li dijî gel tên sazkirin, vala derxin û serkeftinê bi dest bixin.

 (şx)

ANHA