Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin

Malbatên girtiyên Îmraliyê û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Sredozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin
15 nîsan, 2022   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo karibin roja Duşemê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê jî dan.