​​​​​​​Li Kîevê teqîneke mezin pêk hat

Piştî keştiya şer a Rûsyayê li Deryaya Reş noq bû, vê sibê dengê teqîneke mezin li paytexta Ukraynayê Kîev hat bihîstin û li tevahiya welat hişyarî hate kirin.

​​​​​​​Li Kîevê teqîneke mezin pêk hat
15 nîsan, 2022   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê dengê teqîneke mezin ji paytexta Ukraynayê Kîevê hat û li hemû welat hişyarî hate kirin. Di heman demê de piştî keştiyeke şer a Rûsyayê li Deryaya Reş noqî avê bû, gelê Ukraynayê xwe li hember tevgerên leşkerî yên nû yên Rûsyayê amade dike.

Ji destpêka vekişandina hêzên Rûsyayê ji Kîevê ev cara ewil e ku dengê teqîneke dijwar tê bihîstin.

Li aliyekî din jî Fransayê duh vekirina balyozxaneya xwe ya li Kîevê ragihand ku destpêka Adarê piştî liv û tevgerên leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê, veguhestibû Lvivê.

(eh)