Li Dêrazorê DAIŞ`ê êrişî baregehên komên hikumeta Şamê kir

Çeteyên DAIŞ`ê di saetên derbasbûyî de li herêma El-Xor a rojhilatê gundewarên Dêrazorê êrişî baregehên leşkerî yên ‘Dîfaa El-Wetenî’ yên hikumeta Şamê kir. Di encamê de şer di navbera her du aliyan de derket û birîndar û kuştî hene.

Li Dêrazorê DAIŞ`ê êrişî baregehên komên hikumeta Şamê kir
15 nîsan, 2022   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê di saetên derbasbûyî de li herêma El-Xor a rojhilatê çolistana Meyadîn a gundewarên rojhilatê Dêrazorê, êrişî baregehên leşkerî yên ‘Dîfaa El-Wetenî’ yên girêdayî hikumeta Şamê kir.

Di encamê de şer di navbera her du aliyên navborî de derket û birîndar û kuştî çêbûn. Hêzên Dîfaa El-Wetenî jî ji van nuqteyan vekişiyan û ber bi Meyadînê ve çûn.

SOHR`ê 10`ê mehê ragihandibû ku çeteyên DAIŞ`ê li nêzî bajarê Suxnê yê li rojhilatê Humsê êrişî baregehên leşkerî kiriye, di encamê de 4 endamên komên Îranê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

(eh)