​​​​​​​Koçberên Efrînê li dijî dorpêça hikumeta Şamê derdikevin

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê yên li Şehbayê dê li dijî dorpêça li ser kantona Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest bi xwepêşandanê bikin.

​​​​​​​Koçberên Efrînê li dijî dorpêça hikumeta Şamê derdikevin
15 nîsan, 2022   08:45
ŞEHBA

Di van kêliyan de bi hezaran şêniyên herêma Efrînê berê xwe didin rêya di navbera navçeya Ehdas a kantona Şehbayê û rêya bajarê Helebê de, da ku li dijî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê dest bi xwepêşandanê bikin.

Tê payîn ku xwepêşandan di çend deqeyên pêş de dest pê bike. Şênî dê heta benda kontrolê ya Firqeya 4`an bimeşin ku ambargo li ser kantona Şehbayê ferz kiriye û nahêle madeyên bingehîn bikevin kantona Şehbayê û taxên Eşrefiyê û Şêxemqsûd.

Bi destpêkkirina meha Remezanê re, hikumeta Şamê ambargo li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û kantona Şehbayê ferz kir. Di encamê de madeyên bingehîn di nav sûkên her du deveran de kêm bûn û nirxê madeyan biha bû, ku rebteyê nan bi 3 hezar lîreyên Sûriyê û lûleyê gazê bi 150 hezar lîreyî were frotin.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku hikumeta Şamê ji dema dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyên wê û bicihbûna wan li kantona Şehbayê ve, van siyasetên xwe li dijî şêniyan dimeşîne. Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmê dikin.

(şx)

ANHA