Hiqûqnas: “Lihevkirinên” hikumeta Şamê komplo ne

Hiquqnasên ji Dêrazorê diyar kir ku "lievkirinên" hikumeta Şamê pêk tîne, komployek e û armanc dike sûcên li dijî gelê Sûriyê binixumîne û diyar kir ku gelê Dêrazorê bi van siyasetan nayê xapandin.

Hiqûqnas: “Lihevkirinên” hikumeta Şamê komplo ne
15 nîsan, 2022   07:18
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Piştî plan û armancên hikumeta Şamê yên "lihevkirinan" ên ji bo gelê Derayê û herêmên başûrê Sûriyê hatin eşkerekirin, bi taybet ku kesên ev proje erê kirin, şandin eniyên li çolistanê yên bi çeteyên DAIŞ`ê re da ku wan tesfiye bikin. Ji bo gelê Dêrazorê jî heman pêşniyar kir.

Gelê herêmê û rûspiyên hemû eşîrên li Dêrazorê "lievkirinên ferdî" ên hikumeta Şamê ji bo gelê Dêrazorê pêşniyar kiribûn, red kirin.

Têkildarî mijarê hiqûqnas Mihemed El-Hemadî anî ziman ku piştî hikumeta Şamê bû sedema belavkirina fesadiyê, wêrankirina binesaziyê û koçberkirina welatiyan, li herêmê projeya "lihevkirinan" pêşniyar kir da ku sûcên li dijî gelê Sûriyê binixumîne.

El-Hemadî destnîşan kir ku gelek kesên rêgezên rejîma Baasê di mêjiyê wan de hatine çandin, bi van "lihevkirinan" rabûne û dixwazin propogandaya wê bikin, lê hejmareke mezin ji gelê Dêrazorê nakevin xefa van siyasetên ku encamên wê li Derayê hate xuyakirin.

El-Hemadî bi domdarî got: "Şêniyên Dêrazorê banga hikumeta Şamê red dike û ev lihevkirin ji bo wan komployek e. Hikumeta Şamê ewlehî ji gelê Derayê re mîsoger kir, lê piştî demeke kurt girtîgeh tijî ewladên wê bûn û yên din jî şandin eniyên şer ên bi çeteyên DAIŞ`ê re."

El-Hemadî da zanîn ku gelê Dêrazorê projeya "lihevkirinan" a hikumeta Şamê dixwaze bi rêya fitneyê di nava gelê herêmê de derxe, red dikin.

Hiqûqnas Bedir El-Hecir jî axivî û got: "Banga hikumeta Şamê ya lievkirinên bi şêniyên herêmê re, bi armanca nixumandina sûcên li Sûriyê ye."

Bedir El-Hecir ev li axaftina xwe zêde kir: "Şêniyên herêmê nema baweriya wan bi hikumeta Şamê tê, nexasim di mijara lievkirinên ferdî de ku piştî armancên wê li Derayê hatin eşkerekirin, dixwaze li herêmê jî pêk bîne."

Di dawiyê de Bedir El-Hecir got şêniyên Dêrazorê "lihevkirinan" red dikin û wê wekî komploya li dijî gelê herêmê bi nav dikin.

(eh)

ANHA