SOHR: Îsraîlê baregehên komên Îranê li Şamê hedef girtin

SOHR`ê ragihand ku Îsraîlê li gundewarê başûr rojavayê Şamê baregehên leşkerî yên komên alîgirên Îranê û Artêşa "Rizgariya Fîlistînê" hedef girtine.

SOHR: Îsraîlê baregehên komên Îranê li Şamê hedef girtin
15 nîsan, 2022   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku Îsraîlê bi moşekan baregehên leşkerî yên komên alîgirên Îranê û Artêşa “Rizgariya Fîlistînê” yên li derdora bajarê Rexle, nêzî cihê kedîkirina mirîşkan yê di navbera bajarokên Ambiya û Kefer Qoq li derdora Qetna yê li başûr û rojavayê Şamê hedef girtine. Derbarê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.

Çavkaniyeke leşkerî jî ji ajanseke girêdayî hikumeta Şamê re ragihand ku şeva din derdorê saet 11:00`an, Îsraîlê êrişa hewayî li dijî bakurê herêma Colanê ya Sûriyê û çend cihên li rojavayê Şamê pêk anîne. Li gorî heman ajansê, sîstema wan a parastina hewayî bersiva moşekan dane, hin ji wan rûxandine û tenê zirarên madî çêbûne.

Ev yek piştî heftiyekê ji hedefgirtina herêmên leşkerî li bajarê Hemayê pêk tê.

(eh)