Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga rakirina bendên kontrolê yên Firqeya 4`an kirin

Şênî û rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îdiayên têkildarî ketina madeyên xwarinê ji her du taxan re derewandin. Şêniyan bi daxuyaniyekê banga rakirina bendên kontrolê yên Firqeya 4`an kir da ku rê li karesateke mirovî bê girtin.

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga rakirina bendên kontrolê yên Firqeya 4`an kirin
14 nîsan, 2022   12:43
HELEB

Hin şaneyên girêdayî endamên Firqeya 4`an hin gotegot belav kirin ku Firqeya 4`an destûr daye ku madeyên xwarinê derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin. Şênî û rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro daxuyaniyek da û ev gotegot derewandin.

Endamê Nivîsgeha Kombûna Olan Ebdurehman Xezo li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd daxuyanî xwend û bi dehan şênî û nûnerên saziyên sivîl tev lê bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi krîza aborî ya li Sûriyê û bajarê Helebê hat kirin û hate gotin: “Gel bi zehmetî debara xwe dike. Bi hatina meha Remezanê re û bihabûna nirxê madeyan re, hêzên Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Sûriyê ji 13`ê Adarê ve taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç kirin û nahêlin madeyên sereke wekî ard, derman û sotemenî derbasî taxan bibin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Firqeya 4`an tenê dihêle miqdarên kêm ji madeyan derbas bibin, bacan li ser kel û pelan ferz dike û bi bihaneya kontrolkirina nasnameyan gel neçar dike ku saetên dirêj li bendên kontrolê bisekinin ku ev yek bandorê li jiyana zêdetirî 200 hezar sivîlan dike.

Di daxuyaniyê de li ser rûdana karesateke mirovî ji ber vê dorpêçê hişyarî hat dayîn û hat gotin: “Em careke din van siyasetên ji bo birçîkirina gel û têkbirina vîna wî red dikin.”

Têkildarî îdiayên li ser ketina madeyên xwarinê ji taxê re jî, ev yek hat gotin: “Di demên dawîn de Firqeya 4`an îdia kir ku made derbasî taxê bûne. Em teqez dikin ku ev yek derew e, îdia û şerê taybet e. Ev kiryarên dermirovî yên Firqeya 4`an xizmeta yekitiya gelê Sûriyê û jiyana hevbeş nakin.”

Şêniyan di dawiya daxuyaniyê de banga rakirina bendên kontrolê yên Firqeya 4`an kir. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo pêşîgirtina karesateke mirovî li dijî şêniyên her du taxan, bi lez tedbîran bigire.

(cx)

ANHA