Şehîd Rojvan Wan û Serfiraz Nîdal hatin veşartin

Di merasîma oxirkirina şehîd Rojvan Wan û Serfiraz Nîdal a li Hesekê de bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yekitiya xwe ava bikin.

Şehîd Rojvan Wan û Serfiraz Nîdal hatin veşartin
Şehîd Rojvan Wan û Serfiraz Nîdal hatin veşartin
Şehîd Rojvan Wan û Serfiraz Nîdal hatin veşartin
Şehîd Rojvan Wan û Serfiraz Nîdal hatin veşartin
Şehîd Rojvan Wan û Serfiraz Nîdal hatin veşartin
Şehîd Rojvan Wan û Serfiraz Nîdal hatin veşartin
Şehîd Rojvan Wan û Serfiraz Nîdal hatin veşartin
Şehîd Rojvan Wan û Serfiraz Nîdal hatin veşartin
Şehîd Rojvan Wan û Serfiraz Nîdal hatin veşartin
14 nîsan, 2022   12:28
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr tev li merasîma şehîd Rojvan Wan (Mihemed Aydin) û şervanê YPG`ê şehîd Serfiraz Nîdal (Welat Yildiz) a li Goristana Şehîd Dijwar bûn.

Cenazeyên her du şehîdan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan hatin wergirtin. Li goristana Şehîd Dijwar şervanên QSD`ê û YPG û YPJ`ê toreneke leşkerî li dar xist.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ezîze Ehmed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Ehmed destnîşan kir ku şehîdan parastina gelê herêmê kir û ji bo mîsogeriya azadiyê canê xwe feda kir. Lewma divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dijminên herêmê, di serî de dewleta Tirk a dagirker, li ber xwe bide û parastina destkeftiyên heyî bike.

Endamê rêveber ê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Heqî Kobanê jî axivî û got: "Şehîdan gelê herêmê ji êriş û komkujiyan parast. Armanca dewleta Tirk a dagirker derbekirina projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş e, lê bila bizane ku çi qasî êrişên xwe zêde bike jî ew ê nekare vîna me lawaz bike, berovajî wê ew ê israra me ya li ser berxwedanê xurttir bike."

Heqî Kobanê diyar kir ku divê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û ev lê zêde kir: "Em ê heta dawiyê parastina herêmên xwe bikin û teslîm nebin, her wiha em ê hemû êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin. Divê gelê me hevgirtina xwe xurt bike da ku planên artêşa Tirk a dagirker têk bibe."

Heqî Kobanê di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da.

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên her du şehîdan xwendin û rastî malbatên wan kirin.

Şehîd Serfiraz Nîdal li Goristana Şehîd Dijwar û şehîd Rojvan Wan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê hatin veşartin.

Şehîd Rojvan Wan 9`ê Nîsanê di encama êrişa balafirên artêşa Tirk a dagirker a li ser nuqteyeke hêzên parastina sînor ê navçeya Dirbêsiyê şehîd bpbû. Şehîd Serfiraz Nîdal jî 8`ê Nîsanê şehîd bûbû.

(eh)

ANHA