Şêniyên Dirbêsiyê li dijî PDK û dewleta Tirk meşiyan

Şêniyên Dirbêsiyê bi xwepêşandanekê banga xurtkirina têkoşînê li hemberî PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker kirin.

Şêniyên Dirbêsiyê li dijî PDK û dewleta Tirk meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî PDK û dewleta Tirk meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî PDK û dewleta Tirk meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî PDK û dewleta Tirk meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî PDK û dewleta Tirk meşiyan
14 nîsan, 2022   13:58
 HESEKÊ

Li dijî hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re ku amadekariyên êrişê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, îro Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê bi hevkariya Meclisa Navçeya Dirbêsiyê xwepêşandanek organîze kir. Xwepêşandan bi dirûşma “Lihevkirina bi dewleta Tirk re dijminahiya hemû gelan e” hate lidarxistin.

Xwepêşandan ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dest pê kir. Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê, nûnerên saziyên sivîl beşdarê bûn û dirûşmeyên şermezarkirina xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re berz kirin.

Xwepêşandan li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma Keleş axivî, hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got, derketina gelê Kurd li dijî xiyanetê, bersiva herî mezin a li hemberî siyasetên PDK`ê ye.

Fatma Keleş diyar kir ku PDK'ê alavek di destê dewleta Tirk a dagirker de ye ku bi rêya wê berjewendiyên xwe yên siyasî li ser hesabê gelê Başûr bi kar tîne û hewl dide fitne û şerê navxweyî di navbera kurdan de derxîne.

Fatma Keleş anî ziman ku gelê Kurd ê Rojava wê li hemberî xiyaneta PDK'ê bisekîne. Her wiha got, wê malbatên şehîdan çalakiyên xwe dewam bikin heta ku PDK'ê were ser xeta rast.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis di mîtîngê de axivî û ev tişt got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelên Kurdistanê, di serî de gelê Kurd qir bike. Hebûa gelê Kurd û serkeftinên wê xeter li ser xwe dibîne, ji îrade û îsrara gelê Kurd a têkoşînê û pêkanîna armancên xwe ditirse."

Her wiha anî ziman dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên ku li dijî gel dimeşîne, hewl dide qada dagirkeriya xwe berfireh bike û bi hevkariya PDK'ê hwel dide doza kurdî têk bibe û vîna gelê Başûrê Kurdistanê têk bibe.

Telet Yûnis îşaert bi dîwarê ku di navbera Şengal û Rojava de tê lêkidarî û got: "Ev dîwar ji bo qutkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de ye ku bi fermanên dewleta Tirk de tê kirin.

Yûnis li dijî siyasetên qirkirin û xiyanetê bang serhildanê kir û got, PDK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekdarên ''pêşmergeyên Roj'' li dijî gerîla bi kar tîne, her wiha bang li PDK'ê kir ku dev ji xiyaneta li gelê Kurd berde.

ANHA