​​​​​​​Hemleya paqijiyê li başûrê Qamişloyê dewam dike

Di çarçoveya hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê ya li Qamişloyê de, îro ji benda kontrolê ya El-Iwêce heta benda kontrolê ya Şehîd Xalid Osman hate paqijkirin.

​​​​​​​Hemleya paqijiyê li başûrê Qamişloyê dewam dike
14 nîsan, 2022   10:29
QAMIŞLO

Endamên TEV-DEM`ê, yekitiyên esnaf, veterîner, endezyar û cotkaran û gelê herêmê tev li hemleyê bûn.

Beşdar li pêşiya benda kontrolê ya El-Iwêce ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a başûrê Qamişloyê kom bûn û ji wir dest bi paqijiyê kir.

Beşdarên hemleyê kolan û qadên sereke ji benda kontrolê ya El-Iwêce û heta benda kontrolê ya Şehîd Xalid Osman a li taxa Teyî ya başûrê Qamişloyê paqij kirin.

Tevger Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 28`ê Adarê li Qamişloyê hemleya paqijkirinê dabû destpêkirin. Hemle dê heta 28`ê Nîsanê dewam bike.

(eh)

ANHA