Kobanî daristana bajarê xwe paqij dikin

Di çarçoveya hemleya paqijiyê de ku TEV-DEM`ê 28`ê Adarê daye destpêkirin, îro bi dehan şêniyên bajarê Kobanê daristana bajêr paqij kir.

Kobanî daristana bajarê xwe paqij dikin
14 nîsan, 2022   11:02
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl û rewşenbîran daristana li rojavayê bajêr paqij kir.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Osman Xelef axivî û got: “Armanc ji vê hemleyê avakirina civakeke tendurist e. Bila paqijî navnîşana pêşerojê be. Hêviyên me hene ku hemle di rojên pêş de li seranserê herêma Firatê belav bibe.”

 (eh)

ANHA