Rejîma Îranê cezayê darvekirina gerîlayekî HPG’ê erê kir

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê yê li gerîlayê HPG`ê Hatem Ozdemîr ê li Girtîgeha Ûrmiyê biriye, erê kir.

Rejîma Îranê cezayê darvekirina gerîlayekî HPG’ê erê kir
14 nîsan, 2022   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hatem Ozdemîr li Girtîgeha Ûrmiyê dimîne. Rejîma Îranê cezayê darvekirinê yê li Ozdemîr hatibû birîn, erê kir.

Gerîlayê HPG`ê Hatem Ozdemîr ji 2019`an ve ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin. Bi îdiaya “serîrakirina li hemberî dewletê” cezayê darvekirinê li Ozdemîr hatibû birin.