Civîna yekem a Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî li Hesekê dest pê kir

Komîteya Biçûk a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kantona Hesekê civîna xwe ya yekemîn a qonaxa sêyemîn dest pê kir.

Civîna yekem a Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî li Hesekê dest pê kir
14 nîsan, 2022   09:50
HESEKÊ

Di çarçoveya civînên Komîteya Biçûk a Sazkirina Hevpeymana Civakî bi meclisên bajar û navçeyên kantona Hesekê de li dar dixe, îro li hola civînan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîna yekemîn a Komîteya Biçûk a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi meclisên bajarê Hesekê û navçeya Holê re dest pê kir.

Her du endamên Komîteyê Aldar Xelîl û Ekrem Mehşûş, hevserokên Meclisên Bajarê Hesekê û navçeya Holê, endamên her du meclisan û hin rûspiyên eşîran û kesayetên navdar ên her du herêman tev li civînê bûn.

Civîna ku li dezgehên çapemeniyê girtî tê lidarxistin, bi xwendina reşnivîsa hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Li gorî bernameya civînê, dê her 99 madeyên hevpeymanê werin xwendin, piştre wê beşdar pêşniyarên xwe li ser her madeyeke hevpeymanê bidin. Ev nêrîn û pêşniyar dê bi rêya raporekê ji civîna Komîteya Biçûk a Sazkirina Hevpeymanê re werin şandin da ku bên nîqaşkirin û zêdekirin.

Civîn di çarçoveya girtina pêşniyarên hemû beşên civakê der barê reşnivîsa hevpeymana civakî de tê lidarxistin. Tê payîn reşnivîsa hevpeymana civakî di Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bikeve dengdanê, lê hîna dema wê nehatiye diyarkirin.

(eh)

ANHA