​​​​​​​Parêzerên rêbertî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

​​​​​​​Parêzerên rêbertî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14 nîsan, 2022   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Nevroz Ûysal û Mazlûm Dînç, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.