Malbatên şehîdan banga radestkirina cenazeyên zarokên xwe dikin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bi daxuyaniyekê banga radestkirina şehîdên Xelîfanê kir û diyar kir ku heta hemû cureyên xiyanetê tune dikin dê têkoşîna xwe dewam bikin.

Malbatên şehîdan banga radestkirina cenazeyên zarokên xwe dikin
14 nîsan, 2022   09:38
 QAMIŞLO

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da raya giştî. Meclisê banga radestkirina cenazeyên şehîdên Xelîfanê kir ku 29`ê Tebaxa 2021`an bi destê çekdarên Partiya Demokrat a Kurdisatnê (PDK) şehîd bûbûn.

Daxuyanî li Qada Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo hat dayîn û ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fînde El-Hec û hevserokê meclise Masûm Hesen ve bi zimanên kurdî û erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li cîhanê hat kirin ku zextê li hikumeta Başûr bikin da ku cenazeyên şehîdên Xelîfanê radest bikin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Ji wê rojê ve û heta niha li seranserê herêma Cizîrê gelê me bi çalakiyên cuda dengê xwe digihîne cîhanê û saziyên mafên mirovan. Ji berk u radestkirina cenazeyan ji malbatên wan re karekî mirovî û exlaqî ye.”

Meclisa Malbatên Şehîdan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku zarokên wan ji bo azadî û rûmeta Kurdan berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tu carî sînorên ku hêzên hegemoniya cîhanî danîne nas nekirin û wiha dewam kir: “Her kes dizane ku tu rojan gerîla li ser Başûrê Kurdistanê xeterî çênekiriye, berovajî gerîla di rojên zehmet û dema derketina DAIŞ`ê de piştgiriya Hewlêr, Zaxo, Kerkûk û Şengalê kir, bi lehengî li wir li ber xwe da û di oxira wê de şehîd da.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku divê hikumeta Başûr hesabên xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bike û dev ji tevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gerîla berde.

Meclisê bang kir ku nakokiyan deynin aliyekî û ji bo pêkanîna armancên ku zarokên wan ji bo wê şehîd bûne erkên nîştimanî bi cih bînin.

Meclisê her wiha bang li cîhanê kir ku zextê li Erdogan bike da ku kuştina sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û teqez kir ku heta bidawîkirina çavkaniyên xiyanetê û wergirtina cenazeyên şehîdan, wê têkoşîna wan berdewam bike.

Ruxmî hemû bangawaziyên hêzên nîştimanî, partiyên siyasî, Meclisa Malbatên Şehîdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfan jî, lê belê hîna PDK cenazeyan radestî malbatên wan nake.

(cx)

ANHA