Koçberên Efrînê: Ji bilî PKK’ê tu kes me nagihîne ewlehiyê

Koçberên Efrînê yên di kampa Berxwedan a kantona Şehbayê de bi cih bûne banga derxistina nave PKK’ê ji "lîsteya terorê" kir û da zanîn ku dewletên hegemon partiyê di lîstiyê de dihêlin ku berjewendiyên xwe yên mêtingeriyê li herêmê pêk bînin.

Koçberên Efrînê: Ji bilî PKK’ê tu kes me nagihîne ewlehiyê
14 nîsan, 2022   07:51
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Rojane bertekên gelê Kurd û gelên banga derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê " dikin zêde dibe, ji ber ew baş dizanin ku tu kes ji bilî PKK’ê wan nagihîne bejahiya ewle.

Têkildarî mijarê ajansa me nêrînên koçberên Efrînê yên li kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê de dimînin şopandin.

Li ser mijarê Cemîl Hemû axivî û destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li dijî PKK’ê û rêber Ocalan pêk hatiye bi sîuqastkirina serokwezîê Swêdê yê wê demê Olof Palme pêk hat, da ku PKK’ê bixin "lîsteya terorê".

Hemo diyar kir ku dewletên hegemon, dewleta Tirk erkdar kir ku PKK’ê hedef bigire, ji ber di "lîsteya terorê" ya cîhanê de û wiha domand: "PKK’ê partiyeke mirovî ye û ji dema damezrandina wê de şerê terorê dike."

Hemo bang li dewletên navê PKK’ê xistiye "lîsteya terorê" kir ku ji şaştiya xwe vegerin û kurdên şerê terorê dikin nas bikin û ev tişt anî ziman: "Ew amade ne şerê terorê û parastina mafên xwe bikin."

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Hacer Hesen ev tişt got: "Gel û PKK’ê yek e, ji ber partî parastina mafên kurdan û gelên bindest dike."

Hacer Hesen wiha domand: "PKK’ê ji zarokên wan e û parastina nasnameya Kurd û doza wî dikin, tu kes ji bilî wan nikare parastina mafên Kurd û destkeftiyên wan bike. Ji ber ku di dirêjahiya dîrokê de rastî komkujî û fermanên hatin û bi awayekî xwazeyî ye ku hêzeke parastina wan bike hebe."

Her wiha Hacer Hesen wiha lê zêde kir: "Bi saya PKK’ê, fikir û felsefeya rêber Ocalan me karî serê xwe rakira û mafên xwe bixwesta û li hember dijmin bisekiniya heta armancên xwe pêk tînin."

Hacer Hesen di dawiyê de biryarên civata navneteweyî yên xistina PKK’ê di "lîsteya terorê" de şermezar kirin û wiha got: "PKK’ê ji cîhanê re îsbat kirk u Kurd û zarokên wê yên di PKK’ê de aştîxwaz in û li dijî xwînrijandinê ne."

Di vê çarçoveyê de, Gîvara Şoreş ev tişt bi lêv kir: "Biryara xistina navê PKK’ê di "lîsteya terorê" de dermirovî ye û ji bo pêkanîna berjewendiyên hin dewletên hegemon in."

Şoreş wiha li gotina xwe zêde kir: "Heke em ji aliyên exlaqî û mirovî ve lê binêrin, em ê bibînin ku PKK’ê ji dema damezrandina wê ve şerê terorê dike ku gelên bindest ji zulmê rizgar bike. Gelo çawa dewletên hegemon navê wê dixin "lîsteya terorê."

PKK’ê striyek di qirika dewletên hegemon de yên ku hewl didin gel di bin kontrola wan de bimîne, girêdayî vê Şoreş da zanîn ku ji ber wê navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" dernaxin, ji ber dizanin heke navê wê hate derxistin, tê wateya ku hemû gel ji zulmê rizgar dibin.

Di dawiyê de Gîvara Şoreş wiha got: "Em koçberên Efrînê yên di kampên Şehbayê de soz didin ku rêça şehîdan bişopînin û ji xeta berxwedanê heta pêkanîna armancên xwe venagerin."

(fr)

ANHA