"Rêxistinkirina civakê û belavkirina hezkirinê ji xebatên pêşîn ên têkoşînê ne"

Welatiyên Kurd ji nav jî yên di salên 1990’î de bi rêber Ocalan re civîne da zanîn ku rêbertî ji wan re got civakê bi rêxistin bikin û hezkirinê di nava beşên gel de geş bikin. Welatiyan got "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji fikrên rêber Ocalan hêz werdigirin, ji ber felsefeya wî derfet li pêş gelan vekir."

"Rêxistinkirina civakê û belavkirina hezkirinê ji xebatên pêşîn ên têkoşînê ne"
14 nîsan, 2022   08:03
HELEB-ARIF SILÊMAN

Dema rêbertî di salên 1980-1990’î de li Sûriyê bû, derfeta gel a hevdîtina bi rêbertî re çêbû.

Yek ji kesên bi rêber Ocalan re civiye, welatiya bi navê Nadye Şêxmûs ê ji Efrînê ye. Nadye Şêxmûs li Şamê di salên 1990’î cebhewî bû û di 1996’an de li Şamê bi rêber Ocalan re civiya.

Nadye Şêxmûs li ser vê yekê wiha got: "Em li Şamê di 1993’yan de cebhewî bûn, me aliyên rêxistin û belavkirina fikrên rêber Ocalan di nava gelê de dixebitî. Di 1996’an de jî bi rêber Ocalan re di civîna saetekê dirêj kir, civiyan. Rêber Apo her tim bal dikişand ser pêwîstiya rêxistinkirina civakê û geşkirina hezkirinê di nava gel de bi rêya xebata cebhewî û em bidin piştgir jê re."

Nadye Şêxmûs destnîşan kir ku dema di civînê de rêber Ocalan dît bi wî bandor bû û wiha domand: "Kesayeta rêbertî mezin e, bi hêz e, bi milyonan mirov bi vîn û fikrê xwe yê azad bi rêxistin kir."

Nadye Şêxmûs ev tişt anî ziman: "Rêber Apo di nava gel de hezkirin çand. Em dibînin bi milyonan mirov ji Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan û Asûr li ser fikir û felsefeya rêber Apo dimeşin. Rêber Apo êdî bûye rêberekî navneteweyî."

Nadye Şêxmûs soz da ku ew ê di belavkirina fikrê rêbertî berdewam bikin û dê têkoşîna ji bo rêxistina gel berdewam bikin.

Li aliyekî din jî Mihemed Ebdulqadir ê ji şêniyên Şêxmeqsûdê ya Helebê têkildarî hevdîtina xwe bi rêber Ocalan re di civîna li taxa Suryan a Helebê ya 1992’yan de, axivî.

Ebdulqadir wiha got: "Di wê demê de rêber Apo li ser dîroka Kurd û sedema asîmîlasyona gelê Kurd axivî, ku gelê Kurd wele bedenekê li ser vê xakê ye, ji ber dijminên kurdan dixwazin nasname û çanda Kurd îmha bikin."

Ebdulqadir diyar kir ku rêbertî di axaftina xwe de rastiya dijmin da nasîn û çi ji kurdan dixwazin. Ji kevn de dewleta Tirk hewl dide kurdan tune û qetil bike, lê nikare vê yekê bike. Ji ber kurdan rastiya dijmin nas kiriye.

Welatiyê bi navê Elî Îsmaîl ê ji navçeya Dirbêsiyê wiha got: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêza xwe ji fikrên rêber Ocalan werdigire. Ji ber felsefeya wî derfet li pêş gelan vekir, di serî de jî li pêş kurdan da ku rastiya herêmê û cîhanê binasin." Îsmaîl da zanîn ku bi saya fikir û felsefeya rêbertî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû tabloyeke hûnerî ya bedew ku tê de hemû pêkhate û etnîk hene.

Her wiha welatiya bi navê Meryem Xelîl jî wiha got: "Rêber Ocalan nûnertiya hemû gelên bindest dike."

Meryem Xelîl wiha domand: "Guhartina rewşa doza Kurd berhema fikir û felsefeya rêbertî ye. Kurdan gelek destkeftî bi dest xistin, ji wan jî serkeftina Şoreşa Rojava ye. Gel hêza xwe ji fikrên rêbertî werdigirin."

Lê welatiyê êzidî Îsmaîl Delf li ser vê yekê wiha got: "Heke em pirtûkên rêbertî bixwînin û di hûrgiliyên wan de kûr bibin, em ê bizanin ku çawa rêbertî di oxira doza Kurd û dozên gelên bindest de tê koşiya û çawa li ser pêkanîna serkeftinê ji gel û doza xwe re israr kir."

Îsmaîl Delf wiha piştrast kir rêbertî gelekî li ser êzidiyan diaxive û di parêzname û pirtûkên xwe de dîrok, ol û çanda wan da nasîn, ji lew re divê em perspektîfên rêbertî pêk bînin. Divê têkoşîn û berxwedana me di oxira parastin û nasnameya wan de be."

(fr)

ANHA