Rojnameyên erebî: Nakokiyên Hewlêr-Silêmaniyê kûrtir dibin

Rojnameyên erebî yên îro behsa nakokiyên li Başûrê Kurdistanê yên li ser peywira serokkomariya Iraqê, dan û standinên di navbera Hefter û El-Debîbe de û rewşa Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Nakokiyên Hewlêr-Silêmaniyê kûrtir dibin
Rojnameyên erebî: Nakokiyên Hewlêr-Silêmaniyê kûrtir dibin
Rojnameyên erebî: Nakokiyên Hewlêr-Silêmaniyê kûrtir dibin
14 nîsan, 2022   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PEYWIRA SEROKKOMARIYA IRAQÊ NAKOKIYÊN HEWLÊR-SILÊMANIYÊ KÛRTIR DIKE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Her du partiyên Kurdan PDK û YNK ji ber nakokiyên kûr ên di hundir şîeyan de, peywira serokkomariya Iraqê bi dest nexist. Li ser wê yekê li hundirê herêmê êdî nakokiyên kûr di navbera her du partiyan de derdikevin û ew yek gefê li yekitiya herêmê dixwe.

Li herêma Kurdistanê her du partiyên sereke li wir desthilatê di nava xwe de parve dikin. Lê belê ji ber ku her du partiyan li ser parvekirina desthilatê li herêmê û li Bexdayê di navbera xwe de li hev kiriye, Bafil Talebanî cihê xwe di hemû desthilatên li hundirê herêmê de nagire. Li gorî lihevkirina wan, PDK peywirên li herêmê (serokatiya herêmê û hikumetê û piraniya wezaretan) bi dest dixe, YNK jî peywira serokkomariyê li Bexdayê bi dest dixe.

Lê belê israra PDK`ê bi serokatiya Mesûd Barzanî ya betalkirina vê lihevkirinê, hişt ku ji 2018`an ve dema ku her du partî bi du namzetên xwe ketin parlamentoya Iraqê, nakokî di navbera her du partiyan de derkevin.

Nakokiyên şîeyan li ser peywira serokwezîriyê û bloka mezin a li ser hesabê Kurdan bû, bi taybetî jî li ser hesabê PDK’ê bû.

Hin rayedar û berpirsên Kurd ên li herêma Kurdistanê, hişyarî didin ku nakokiyên li ser peywira serokkomariyê li Bexdayê êdî gefan li yekitiya herêma kurdî dixwe. Hewldanên li Silêmaniyê yên kirina wê herêmeke serbixwe, ku ew jî dihêle Kurdistan bibe du herêm, ne tenê xewna Kurdan ya avakirina dewleteke kurdî ji holê radike, her wiha xewna wan ya rêveberiyeke xweser a yekbûyî li hemû xaka herêmê jî tune dike.”

‘DERIYÊN DIYALOGÊ DI NAVBERA HEFTER Û EL-DEBÎBE DE HÎNA VEKIRÎ NE’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Malpera Africa Intelligence ya fransî eşkere kir ku di hefteyên bê de dê nûnerên fermandarê giştî yê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter bi nûnerê serokê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya wîlayeta wê bi dawî bûye Ebdulhemîd El-Debîbe re bicive. Ruxmî nakokiyên têkildarî gelek mijaran jî, ev yek dihêle ku deriyên diyalogê di navbera her du aliyan de vekirî bimînin.”

‘LUBNAN LI BENDA HILBIJARTINÊN ÇARENÛSÎ YE’

Têkildarî rewşa Lubnanê jî, rojnameya El-Beyan nivîsî: “Aliyên siyasî yên Lubnanê li benda hilbijartinên serokkomariyê ne ku tê payîn 15`ê Gulanê werin lidarxistin. Hêvî hene ku encamên hilbijartinê derî li guhertinan vekin û hikumet were avakirin. Nîşaneyên heyî jî didin xuyakirin ku hilbijartinên bê, çarenûsî ne di navbera guhertin û hilweşîna mezin de.”

(cx)