ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-04-2022
12 nîsan, 2022   23:00

-Endamê Rêveber ê PYD'ê Şemsedîn Mele Îbrahîm di salvgera 1'emîn a wefata xwe de li bajarê navenda PYD`ê ya Hesekê tê bibîranîn, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK'ê meşekê li dar dixe. Meş ji qada Şehîd Cîhad dest pê dike, saet 11: 30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwanên Kobanê bi meşekê hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re şermezar dikin. Meş ji Baxçeyê 19'ê Tîrmehê dest pê dike, 20:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Sûriya Pêşerojê ser têkiliyên Kurd û Ereban û bandora wê li aştiya navxweyî panelekê li gundewarê rojava yê Dêrazorê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundewarên rojhilat ê Dêrazorê got, bi saya fikrê rêbertî herêm ewle bû û tevahî pêkhate bi hev re dijîn. Her wiha destnîşan kir ku fikrê  rêber Ocalan kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemdan El-Ebid anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne li hincetan digere û diyar kir ku ew amade ne êrişan bibersivînin û yekitiya Sûriyê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û gundewarên wê Ezab El-Ebûd got, çetekirina welatiyên sûrî ji hêla dewletên şerê li Sûriyê kontrol dikin ve, di serî de dewleta Tirk a dagirker, parçebûna li welat kûrtir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava got, dewleta Tirk palan dike ku bi hevkariya PDK'ê êrişên nû li dijî Herêmên Parastinê yên Medya, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne û herêmên din dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkildarî raporên ku beşdarbûna beşek a malbata Barzanî di diziya malên gel de eşkere dike, Serokê Nivîsgeha Hesekê ya Partiya Komarî ya Kurdistanê got: "Divê desteyek li dijî gendeliyê were avakirin ku hesabên rayedarên Başûrê Kurdistanê lêkolîn bike. ''(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Eşrefiyê ya Helebê got PKK`ê partiyeke mirovî ye, parastina gelê Kurd dike û ji bo doza wî tê dikoşe û banga derxistina nave PKK’ê ji "lîsteya terorê", kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Di dîrokê de jinên Kurd rolên girîng di warên siyasî û civakî de lîstin û mohra xwe li dîrokê xistin. Ji wan mîr Deyfa Xatûn e, ku yek ji kesayetên dîrokî yên Helebê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Mihemed El-Hesûnî got, Başaxa û El-Debîbe ji ber kirin û sozên xwe yên derew dê destekdayîna civaka Lîbyayê ji dest bidin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Ne topên dewleta Tirk a dagirker û ambargoya hikumeta Şamê li pêşiya apê Mihemed Qedî nebûn asteng ku çandiniyê bike. Ji ber hezkirin û girêdana xwe ya bi axê ve li cihekî ji warên wî dûr, dîsa çandiniyê dike, ruxmî ku çeteyan hemû darên wî li Efrînê qut kirin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA