'Qedexekirina PKK, krîmînalîzekirina 40 milyon kurd e'

Şêniyên taxa Eşrefiyê got, PKK`ê partiyeke mirovî ye, parastina gelê Kurd dike û ji bo doza wî tê dikoşe. Her wiha banga derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" kir.

'Qedexekirina PKK, krîmînalîzekirina 40 milyon kurd e'
13 nîsan, 2022   06:07
HELEB – ARIF SILÊMAN

Cara yekemîn Almanyayê bi zexta dewleta Tirk, PKK di sala 1993`yan de qedexe kir. Piştî wê komployê berdewam kir û Amerîka, Brîtanya, Îsraîl û Fransayê jî navê PKK`ê xist "lîsteya terorê".

Di 13`ê Kanûna 2021`an de Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê"  kampanyayek da destpêkirin. Bi vê yekê bangên ji bo rakirina qedexya li ser PKK'ê zêde li seranserê cîhanê zêde bûn.

Di vê çarçoveyê de şêniyên taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê ji ANHA`yê re diyar kirin ku PKK`ê partiyeke mirovî û demokratîk e û ji bo mafên gelê Kurd tê dikoşe.

 ‘KRÎMÎNALÎZEKİRİNA ZÊDETIRÎ 40 MILYON MIROVÎ YE‘

Şêniyê bi navê Mihemed Hebîb diyar kir ku qedexeya li ser PKK`ê tê wateya krîmînalîzekirina zêdetirî 40 milyon Kurd.

Hebîb helwestên navneteweyî ku "banga mirovahiyê dikin" şermezar kirin û ev tişt anî ziman: "Van dewletan bi milyonan Kurd xistin lîsteya terorê. Gelo yên parastina gelê xwe dikin terorîst in!"

 ‘NE PKK, DEWLETA TIRK TERORÎST E‘

Mihemed Hebîb destnîşan kir ku dewleta Tirk li Rojhilata Navîn destekê dide terorê û wiha pê de çû: "Çima navê dewleta Tirk nexistin lîsteya terorê, ku xaka Sûriyê dagir kiriye û gelê wê koçber kiriye. Lê belê PKK bi terorê tawanbar dikin, ji ber ku partiyeke mirovî ye û gelên bindest diparêze." 

Şêniyê bi navê Henan Îsa jî anî ziman ku PKK ne terorîst e, lê belê şerê terorîstên ku li Şengal û herêmên din destekê ji dewleta Tirk digirin, dike.

'EM Ê HER LI PIŞTA PKK'Ê BIN'

Îsa bang li dewletên Ewropayê kir ku navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" derxin û wiha got: "Ji ber ku ev partî ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo gelên bindest tê dikoşe. Bi milyonan Ereb, Tirkmen û Kurd destekê didin vê partiyê. Ji ber ku parastina aştiyê dike."

Îsa di dawiyê de diyar kir ku dewletên komplo li dijî PKK`ê pêk anî û ew xistin "lîsteya terorê" îro li Sûriyê destekê didin terorê.

Şêniyê bi navê Riyad Mamo jî anî ziman ku PKK ne rêxistineke terorê ye, ew rêxistineke mirovî ye, parastina mirovahiyê dike û wiha got: "Em dixwazin ku navê PKK`ê ji lîsteya terorê were derxistin. Em ê piştgiriya xwe ji PKK`ê re berdewam bikin."

(bx)

ANHA