​​​​​​​Hemdan El-Ebid: Dewleta Tirk ji bo êrişên nû pêk bîne li hincetan digere

Hemdan El-Ebid anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne li hincetan digere û diyar kir ku ew amade ne êrişan bibersivînin û yekitiya Sûriyê biparêzin.

​​​​​​​Hemdan El-Ebid: Dewleta Tirk ji bo êrişên nû pêk bîne li hincetan digere
13 nîsan, 2022   01:56
REQA – XALID EL-CÛMA

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide erêkirinê bigre da ku êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne û bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî xaka Sûriyê dagir bike. Lê gelek armanc û xwestekên wê hene ku dixwaze li ser hesabê gelê Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, pêk bîne.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid got, ji destpêka Buhara Ereban ve dewleta Tirk destwerdana Rojhilata Navîn û karûbarên hundirîn ên dewletan dike, li Sûriyê jî destekê da kesên ku navê mûxaleftê li xwe dikin û wan xapandin û ji bo berjewendiyên xwe wan bi kar tîne.

Hemdan El-Ebid got: "Piştî ku çeteyên wê di pêkanîna armanc û planên wê de têk çûn, dewleta Tirk niha îdiya dike ku parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dike, her wiha hebûna projeya Rêveberiya Xweser û QSD`ê li dora wê dike hincet û bi terorê wan bi navê dike da ku dagirkirina xwe berdewam bike."

El-Ebid ji ANHA`yê re behsa projeya Îxwan El-Musilmîn kir ku dewleta Tirk destekê dide wan û ev tişt anî ziman: "Îxwan El-Musilmîn rêxistineke terorîst e. Lê dewleta Tirk projeya wan xwedî dike, dixwaze xwe li ser hesabê gelên herêmê bihêle û xaka Sûriyê û Iraqê bikar bîne û parçe bike. Her wiha ku li gelek dewletan hebe da ku projeya xwe ya terorîst bi cih bîne."

El-Ebid diyar kir ku dewleta Tirk ji Sûriyê, Lîbya û Tûnisê destê pê kir, dema ku bi bin ket, serî li gelek rêbazan dide û wiha dom da axaftina xwe: "Ji ber hilweşandina aboriya wê ya hundirîn û siyaseta wê li hember Ewropa, her wiha ji ber hebûna wê di NATO`yê de û hevkariya wê bi Rûsyayê re, di pêkanîna projeyên xwe de bi tenê ma. Lew ra hewl dide xwe nêzî Misirê bike. Ji xwe Misirê ji ber hebûna projeya Îxwan El-Musilmîn zehmetiyan dibîne û ji şertê wê destekayîna ji lêderên Îxwan ên li Tirkiyê re rawestîne."

El-Ebid destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo aboriya xwe ya paşketî û rewşa xwe ya siyaseta xwe baş bike berê dide Misir û dewletên Kendavê.

 El-Ebid da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide hincetên nû ji êrişên bi balafirên bê mirov û topbarana rojane ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re biafirîne û bi rêya van êrişan dixwaze pareke mezin ji danûstandinên ku li ser hesabê gelê Sûriyê tê kirin, ji xwe re bibîne û di jinûve sazkirina destûra sûrî ya pêşerojê de destwerdanê bike.

Hemdan El-Ebid wiha pêde çû: "Kesên ku navê mûxalefetê li xwe dikin yên ku komîteya destûrî de ji aliyê dewleta Tirk ve hatine diyarkirin û dewleta Tirk destekê dide projeya wan a li herêmê."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid der barê projeya Rêveberiya Xweser de got, ew her tim banga yekitiya xaka Sûriyê dikin, divê çareseriya li Sûriyê bi rêya diyaloga sûrî – sûrî be û li ser xaka Sûriyê be dûrî destwerdanên derv be, her wiha di nava destûra sûrî de be ku mafên hemû gelê Sûriyê diparêze.

(bx)

ANHA