​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk welatiyek li Girê Spî şeland

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî cotkarek bi hinceta têkbirina ewlehiya herêmê sûcdar kir û piştre ew şeland.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk welatiyek li Girê Spî şeland
11 nîsan, 2022   13:07
EYN ÎSA

Çavkaniyeke herêmî ji ajansa me re diyar kir ku welatiyê bi navê Fadî Hesen El-Remedan ê ji gundê Karmazat ê navçeya Girê Spî ji aliyê çeteyên Tîwaya El-Qaqa ya artêşa Tirk a dagirker ve hat şelandin.

Çavkanî da zanîn ku çeteyan 13 bermîlên mazotê, 2 telefon û 130 hezar lîreyên Sûriyê diziye, piştî ku El-Remedan bi têkbirina ewlehiya herêmê sûcdar kir û ew mecbûr kirin ku qebûl bike û bi telefonê dîmenên wî kişandin.    

Heman çavkanî destnîşan kir ku Fadî Hesen El-Remedan piştî bûyerê gelek caran li navendên çeteyan gilî kir, lê bê encam ma.

(dx)

ANHA