​​​​​​​Riyad Derar: Kesên beşdarî civîna şêwirê bûn helwestên erênî nîşan dan

Riyad Derar diyar kir ku kesên tev li civîna şêwirê ya MSD’ê bûn, helwestên erênî nîşan dan û plansaziyên xwe pêşkêş kirin.

​​​​​​​Riyad Derar: Kesên beşdarî civîna şêwirê bûn helwestên erênî nîşan dan
11 nîsan, 2022   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

MSD`ê 9-10`ê Nîsanê di çarçoveya hewldanên lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk de civîneke şêwirê li paytexta Swêdê Stokholmê li dar xist.

Di civînê de nûnerên wezaretên karên derve yên Amerîka, Brîtanya û Swîsreyê, 39 nûnerên hêzên opozîsyona Sûriyê, kesayetên demokratîk û nûnerên Saziya Olof Palme ya Navneteweyî hazir bûn.

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar ji ajansa me re têkildarî civîna şêwirê got: "Li Swêdê ev civîna duyemîn e û li ser asta Ewropayê jî ya 8`an e. Civîn bi sponseriya Saziya Olof Palme ya Navneteweyî hate organîzekirin. Li ser vê yekê em spasiya vê rêxistinê dikin."

Riyad Derar got: "Di civînê de me nîqaşa dozên ji bo pêşeroja çareseriya siyasî ya Sûriyê kir. Li ser vê yekê kaxezên ji bo projeyê girîng in, amade dikin ku ew jî di dawiyê de kongreyek were lidarxistin. Lewma dibêjin civîn û komxebat girîng in. Me di vê civînê de behsa rewşa dewleta Sûriyê û pirgirêkên wê û nenavendîbûnê kir."

Derar anî ziman ku wan her wiha behsa têkiliyên di navbera hêzên demokratîk de û derfetên komkirina van hêzan kir, da ku projeyeke hevbeş çêkin. Di heman demê de îşaret bi lidarxistina civîneke din kir.

Riyad Derar ev li axaftina xwe zêde kir: "Hemû beşdaran helwestên erênî nîşan dan û pêşniyarên xwe yên ji bo pêşerojê pêşkêş kirin. Hejmareke baş tev li civînê bû, ji wan Dr. Semîr El-Teqî û Dr. Nemrûd Silêman ku li Amerîkayê dixebitin û di warên kar û xebata siyasî de navdar in. Her wiha Dr. Mihemed Hebeş ku bi hezkirina aştî û demokrasiyê tê naskirin û zanyarê siyasî Ratib Şabo.”

(eh)

ANAH