Di êrişa dawîn a dewleta Tirk a li ser Eyn Îsayê de 11 mal hilweşiyan

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawîn ên li dijî gundên li nêzî eniyên şer ên kantona Girê Spî de 11 malên şêniyan wêran bûn.

Di êrişa dawîn a dewleta Tirk a li ser Eyn Îsayê de 11 mal hilweşiyan
11 nîsan, 2022   13:12
EYN ÎSA               

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di rojên dawîn de, bi dijwarî êrişî navçeya Eyn Îsa, gundewarên Girê Spî û rêya M4 kir û rojane bi dehan obus û moşekan topbaran kirin.

Gundên Sêde, Melek, El- Cedîdê, Muşêrefê, Hewalek, Um Hoş, Erîda û rêya M4 ya navneteweyî ji baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Kermazat û baregehên li nêzî rêya M4 tên bombebarankirin.

Li gorî Nivîsgeha Belgekirina Binpêkirinan a meclisa navçeya Girê Spî, di encama bombebaranê de 11 mal wêran bûne.

Ji rêveberên Nivîsgeha Belgekirina Binpêkirinan Fatêh Kardo li ser encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundan hişyar da û bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku tev bigerin û dawî li vê êrişan bînin.   

        

Di encama êrişên dewleta Tirk ên vê dawiyê de, ji 9'ê Cotmeha 2019'an ve li gundên li eniyên şer ên kantona Girê Spî 124 mal hatin wêrankirin.  

(dx)

ANHA