Çeteyên artêşa Tirk hemwelatiyekî navçeya Recoyê revand

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên artêşa Tirk hemwelatiyekî navçeya Reco ya Efrîna dagirkirî revand ku ber bi bajarê Ezaz ê dagirkirî ve diçû.

Çeteyên artêşa Tirk hemwelatiyekî navçeya Recoyê revand
10 nîsan, 2022   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker li bendeke kontrolê ya li nêzî bajarê Ezazê yê dagirkirî, hemwelatiyekî navçeya Recoyê revand, dema diçû Ezazê.

Li gorî heman çavkaniyan navê hemwelatiyê hatiye revandin Luqman Mihemed Birîm Hesen (47) ê ji gundê Gewanda yê navçeya Recoyê ye.

Çavkaniyan her wiha da zanîn ku çeteyan Luqman Hesen birine cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wî ne zelal e.

(eh)

ANHA