​​​​​​​Siyasetmedarên Dêrazorê: Divê bêdengiya li hember sûcên dewleta Tirk biqede

Siyasetmedarên li rojavayê Dêrazorê destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan bi rêya parêznameyên xwe gelek çareserî ji dosyayên Rojhilata Navîn re pêşkêş kirin ku ji ber wê dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê, tecrîd lê ferz kir. Siyasetmedaran bang li civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk derkeve.

​​​​​​​Siyasetmedarên Dêrazorê: Divê bêdengiya li hember sûcên dewleta Tirk biqede
10 nîsan, 2022   05:50
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tîne. Her wiha hevdîtinên parêzeran bi hincetên derew qedexe kirin, cezayên dispîlînê lê birîn. Li gel van hemûyan jî, rêxistinên mafên mirovan bê deng in.

Têkildarî mijarê serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê rojavayê Dêrazorê Ehmed El-Salîbî ji ajansa me re axivî û got: “Azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dê roleke mezin di çareserkirina pirsgirêkên girêk ên Rojhilata Navîn de bilîze. Ji ber wê dewletên kapîtalîst li hember sûcên li dijî Serok bê deng in.”

El-Salîbî wiha domand: “Li beramber wê, berdewamkirina vê tecrîdê dê bibe sedem ku êrişên li dijî gelê Kurd û gelên herêmê berdewam bikin. Ji ber ku barbariya dewleta Tirk a dagirker niha hemû pêkhateyên li herêmê dike hedef.”

El-Salîbî îşaret bi hemleya Dem dema azadiyê ye kir û got: “Ne tenê Kurd lê belê gelên herêmê xwedî li vê hemleyê derket. Ev jî delîla xwedîderketina gelên herêmê li projeya neteweya demokratîk û xwediyê wê rêber Abdullah Ocalan e.”

El-Salîbî di dawiyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan.

Têkildarî heman mijarê endamê Meclisa Qanûnsaz a rojavayê Dêrazorê Semîr Ebdulhemîd destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan red dikin û sûcek li dijî mafên mirovan bi nav dikin.

Ebdulhemîd wiha pê de çû: “Rêber Abdullah Ocalan çareserî ji gelek nakokiyên li Rojhilata Navîn re dîtin û bi rêya parêznameyên xwe pêşkêş kirin. Lê ev ne li gorî berjewendiyên dewletên kapîtalîst e, di sêrî de dewleta Tirk a dagirker.”

 

Her wiha Ebdulhemîd bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û got: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin da ku vîna gelên herêmê têk bibe ku bi saya felsefeya rêber Abdullha Ocalan bi hev re dijîn.”

Di dawiyê de Semîr Ebdulhemîd bang li civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan û gelên herêmê derkevin.

(şx)

ANHA