Şêniyên Şêxmeqsûdê: Em ê li hemberî dorpêçê jî li ber xwe bidin

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê dorpêça ku hikumeta Şamê li ser taxê ferz dike şermezar kirin û gotin: "Çawa me li hemberî topên çeteyan li ber xwe da, em ê li hemberî dorpêçê jî li ber xwe bidin."

Şêniyên Şêxmeqsûdê: Em ê li hemberî dorpêçê jî li ber xwe bidin
9 nîsan, 2022   03:28
HELEB

Ev sê sal in, hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser taxên Şêmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye û nahêle madeyên bingehîn wekî ard û sotemenî derbasî her du taxan bibin.

Ji ber dorpêçê ard li her du taxan nemaye, ev yek dê bibe sedema karesateke mirovî ku jiyana 200 hezar kesî bixe metirsiyê.

Têkildarî mijarê, şêniyên taxê ji ANHA'yê re axivîn.              

'EM SÛRÎ NE'

Welatiya bi navê Yesmîn Idlibî ji pêkhateya Ereb destnîşan kir ku dorpêça li ser taxê hatiye ferzkirin di warê dabînkirina pêdiviyên jiyanê de gelek pirsgirêkan çêdike û diyar kir ku ev dorpêç ne nû ye, ev 3 sal in ji aliyê hikumeta Şamê ve didome.

Yesmîn Idlibî bal kişand ser berxwedana şêniyên Şêxmeqsûdê û got: "Dema êrişên dagirkerinê yên dewleta Tirk çeteyên wê yên sala 2016'an, şêniyên taxê li hemberî çeteyên ku dorpêç kiribûn, moşek avêtin û sûcê şer kirin, li ber xwe dan. Me li hemberî hemû zehmetiyan li ber xwe da û em bi ser ketin."

Yesmîn Idlibî destnîşan kir ku piştî ku çete li taxê bi bin ketin, hikumeta Şamê  ji 3 salan ve dorpêç li ser taxê ferz kir, ne ard, ne sebze û ne jî sotemenî heye. Yesmîn Idlibî di dewama axaftina xwe de got: "Em Sûrî ne û mafê me ye ku em hesab ji hikumeta Şamê bixwazin."  

'EM TESLÎM NABIN'

Welatiya bi navê Feyrûz Heyder a ji pêkhateya Kurd got, berxwedan bersiva herî guncaw a li hemberî binpêkirinên hikumeta Şamê ye ku şerê birçîkirinê li dijî gel dimeşîne. Her wiha diyar kir ku ev kiryar wekî sûcên çeteyên artêşa Tirk a dagirker in ku berî çend salan li taxê pêk anîn.

Feyrûz Heyder destnîşan kir ku qutkirina ard li ser axê dê îradeya wan lawaz neke û da zanîn ku şêniyên taxê ji siyasetên heyî hişyar in.

Feyrûz Heyder dîmenên ku di dema êrişên li ser taxa Şêxmeqsûd de di hişê wê de mane bi van gotinan bi bîr anî: "Bi dehan komên çete êrişî me kirin û dorpêç li ser taxê ferz kirin, ji ber vê yekê ard û av qut bûn, dîsa jî em teslîm nebûn û em ê îro jî li hember van kiryaran teslîm nebin."

Feyrûz Heyder her wiha diyar kir ku şêniyên taxê xwe birêxistin kir û piştgirî dan hêzên ku taxê diparêzin û li hember astengiyên ku rûbirû mane li ber xwe bidin.

'EM YEK IN'

Welatiyê bi navê Îbrahîm Etalah ji pêkhateya Ereb e diyar kir ku di dema êriş û dorpêça ku bi salan berê hatibû ferzkirin, zehmetî di wan rojan de kişandin.

Îbrahîm Etalah anî ziman ku ew di çarçoveya projeya biratiya gelan de dijîn, Kurd, Ereb û Xiristiyan li hemberî van rêbazên derexlaqî yek in.           

(dx)

ANHA