Kesayeta welatparêz Tacedîn Hisên wefat kir

Kesayeta welatparêz Tacedîn Beşîr Hisên di encama krîza dil de wefat kir.

Kesayeta welatparêz Tacedîn Hisên wefat kir
8 nîsan, 2022   18:22
QAMIŞLO

Kesayetê welatparêz, endamê Komîteyê Lihevanînê yê Girkê Legê û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan û endama PYD'ê Tacedîn Beşîr Hisên di temanê xwe 55 salî de, di encama krîza dil li parêzgeha Tertûsê wefat kir.

Kesayeta welatparêz Tacedîn Beşîr Hisên ji gundê Til Ceman ê navçeya Girkê Legê ye, di salên 80'î de Tevgera Rizgariya Kurdistanê de nas dike û di wekî mamoste û mûdêr di dibistanên gundên Girkê Legê de dixebite.

Hisên bi destpêka derketina tevgerê re, beşdarî xebata siyasî li herêma Girkê Legê dibe ji bo xizmeta gelê xwe dudilî nebû.

Bi destpêka şoreşa Rojava re, cihê xwe di TEV-DEM, Komîteya Lihevanînê  û Meclisa Malbatên Şehîdan de digire. Bavê gerîla Rûken Hisên û gerîlayê HPG'ê Elî Hisên (Elîşêr) e. Di Komîteya Lihevanînê de gelek malbat li hev anî.

Kesayeta welatparêz Tacedîn Beşîr Hisên îro li parêzgeha Tertûsê di encama krîza dil de welat kir.

Cenazeyê wê wê roj Şemiyê li gundê Til Ceman were definkirin.

ANHA