ArtêşaTirk wesayitên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Artêşa Tirk 41 wesayitên leşkerî derbasî herêma Idlibê kirin da ku li nuqteyên li başûrê rojhilatê Idlibê bi cih bike.

ArtêşaTirk wesayitên leşkerî derbasî Idlibê kirin
8 nîsan, 2022   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirk a dagirker îro 41 wesayitên leşkerî derbasî erda Sûriyê kirin ku ji tank, panzêrên leşkeran vediguhêzin û barhilgirên moşekan pêk tên.

Sewqiyat gihaştin baregeha artêşa Tirk a kampa Mestûme ya li başûrê Idlibê da ku li nuqteyên li başûr û rojhilatê Idlibê werin belavkirin.

Artêşa Tirk valakirina nuqteyên hundirîn ên Idlibê yên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, dewam dike û wan vediguhêze eniyên şer û xetên paş.

Beriya çend rojan hin nuqteyên bajarokê Ehsem û derdora rêya M4 veguhastibûn nuqteyên li eniyên rojhilatê Idlibê.

(eh)