Artêşa Iraqê meşa Şengaliyan a li dijî lêkirina dîwar asteng dike

​​​​​​​Xelkê Şengalê li dijî siyaseta hikumeta Kazimî ya dorpêçkirinê û çêkirina dîwaran di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwestin meşek protestoyî li ser sînor lidarbixin, artêşa Iraqê meşê asteng dike.

Artêşa Iraqê meşa Şengaliyan a li dijî lêkirina dîwar asteng dike
8 nîsan, 2022   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Iraqê bi hevkariya PDK'ê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide. Ev nêzî meheke artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû ku bi taybet ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi lêkirina dorpêç bike. Iraq di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de dîwar çêdike.

Xelkê Şengalê li dijî polîtîkayên dorpêçkirina Şengalê û çêkirina dîwarên li ser sînor meşek li dar xist. Artêşa Iraqê meş asteng kir.

Bi sedan êzidî û erebên Şengalê berî dan nuqteyeke artêşa Iraqê ya nêzî sînor lê artêşa Iraqê rê li ber wan asteng kirin û nehiştin biçin nuqteyê.

Li gorî nûçegihanê me, artêşa Iraqê gef li erebên ku beşdarî meşê bibûn, xwar.

Meşa li dijî polîtîkayên hikumeta Kazimî dewam dike. Di van kêliyan de rûspiyên Şengalê bi artêşa Iraqê re li ser avakirina dîwar diaxivin.

ANHA