​​​​​​​Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê siyaseta dorpêçê ya hikumeta Şamê şermezar kirin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye siyaseta birçîkirinê ya hikumeta Şamê ya li dijî wan şermezar kir û got “Heke hikumeta Şamê difikire ku bi vê siyasetê dikare me bişikîne, bi ser nakeve. Em ê bi rêveberiya xwe re û şopdarên rêya şehîdan bin.”

​​​​​​​Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê siyaseta dorpêçê ya hikumeta Şamê şermezar kirin
8 nîsan, 2022   12:59
HELEB-ARÊF SILÊMAN

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, der barê dorpêça tengav a ku hikumeta Şamê li ser wan ferz dike, daxuyaniyek da. Endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mirî Şelebî daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li Şêxmeqsûdê xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê diyar kir ku ji 20 rojan ve hikumeta Şamê ambargo li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê ferz kiriye û nahêle madeyên xwarinê, ard û sotemenî derbasî her du taxan bibe.

Meclisê îşaret bi tevna civakî ya niştecihên her du taxan kir û got: “Bi hatina Remezanê re û keysbaziya bazirganan, civaka her du taxan kedkar û xizan in. Li rex wan jî gelek koçberên ji şer revîne, hene. Nexasim koçberên Efrînê ku tax ji xwe re wek stargeheke ewle dîtin.”

Meclisê daxuyand ku ne cara yekê ye ku siyaseta birçîkirinê li ser her du taxan ferz dikin, di salên derbasbûyî de jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ambargo ferz kiribû.

5 ROJ E FIRIN NAXEBITIN

Meclisê bi bîr xist ku benda kontrolê ya Firqeya 4`an ji 13`ê Adarê ve nahêle ard derbasî her du taxan bibe, ruxmî ku depoya ard a her du taxan vala bûye û ji 5 rojan ve firin nan napêjin.

Meclisê wiha diyar kir: “Em siyasetên birçîkirinê red dikin. Heke hikumeta Şamê difikire ku bi rêya vê siyasetê dê me bişikîne, em jê re teqez dikin ku em bi rêveberiya xwe re ne û dê şopdarên rêya şehîdan bin.”

Meclisê di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û NY`yê kir ku tedbîrên bilez bigire da ku rê li pêşiya rûdana karesteke mirovî bigire. Her wiha siyasetên ku bi awayekî yekser bandor li zarokan, nexweşan û kesên temenmezin dike, şermezar kirin.

(şx)