Li Derayê kesên nenas êrişî leşkerên Firqeya 4’an kir

Kesên nenas li gundê Qesîr ê herêma Hewd El-Yermûk a bajarê Derayê êrişî bendeke Firqeya 4’an kir. Di encamê de 2 leşker birîndar bûn.

Li Derayê kesên nenas êrişî leşkerên Firqeya 4’an kir
8 nîsan, 2022   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku kesên nenas li gundê Qesîr ê herêma Hewd El-Yermûd a Derayê êrişî bendeke çekdarên berê tev li "lihevkinan" bûbûn û piştre beşdarî Firqeya 4’an bûbûn, kir. Di encamê de 2 leşker birîndar bûn.

SOHR`ê ragihand ku ji destpêka êrişên li Derayê ve 124 êriş pêk hatine di encamê de 102 kes hatine kuştin, ji wan 53 sivîl in, her wiha 35 leşkerên hikumeta Şamê û "saziyên ewlekariyê" û leşkerên "lihevkirinan" hene. Di heman demê de 6 çekdarên herêmî yên berê tev li "lihevkirinan" bûbûn û piştre tev li tu aliyan nebûbûn, çeteyekî berê yê DAIŞ`ê û 5 kesên nenas û leşkerekî alîgirê Rûsyayê hatine kuştin.

(eh)