Şêniyên Efrînê li ser rêya gundên Soxanekê û Aqîbê satirên ji keviran çêdikin

Di çarçoveya perensîpa şerê gelê şoreşgerî de, şêniyên navçeya Şêrawa û koçberên Efrînê yên ku li navçeyê dimînin di navbera gundên Soxanekê û Aqîbê de satirên ji keviran ava dikin, da ku xwe ji êrişên dewleta Tirk biparêzin.

Şêniyên Efrînê li ser rêya gundên Soxanekê û Aqîbê satirên ji keviran çêdikin
Şêniyên Efrînê li ser rêya gundên Soxanekê û Aqîbê satirên ji keviran çêdikin
Şêniyên Efrînê li ser rêya gundên Soxanekê û Aqîbê satirên ji keviran çêdikin
Şêniyên Efrînê li ser rêya gundên Soxanekê û Aqîbê satirên ji keviran çêdikin
Şêniyên Efrînê li ser rêya gundên Soxanekê û Aqîbê satirên ji keviran çêdikin
Şêniyên Efrînê li ser rêya gundên Soxanekê û Aqîbê satirên ji keviran çêdikin
Şêniyên Efrînê li ser rêya gundên Soxanekê û Aqîbê satirên ji keviran çêdikin
8 nîsan, 2022   11:46
ŞEHBA

Şêniyên navçeya Şêrawa û koçberên Efrînê di meha Çileyê de dest bi avakirina satirên ji keviran li ser rêya sereke ya di navbera gundên Soxanekê û Aqîbê de kir. Bi vê yekê dixwazin rê li ber artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li gundên Basilê û Dêr Mişmişê yên dagirkirî bi cih bûne, bigirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyên ku li ser rêya gundê Aqîbê û gundên din ên navçeya Şêrawa û kantona Şehba re derbas dibin, dikin hedef.

Bi însiyatîfeke şêniyan û bi pêkanîna perensîpa şerê gelê şoreşgerî, duh gel ji hemû pêkhateyan, piştî navbereke nêzî mehekê dîsa ber bi erdên li nêzî eniyên şer ve çûn, da ku keviran kom bikin û satir çêbikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca koçberkirina şêniyan û temamkirina projeya guhertina demografiya herêmê, ji sala 2018'an ve, rojane gundên navçeyên Şera û Şêrawa û kantona Şehbayê topbaran dikin.            

(dx)

ANHA