Hêzên Rûsyayê ji herêma Sumy vekişî

Serokê Rêveberiya Herêmî ya Sumy Dmytro Zyvitsky ragihand ku hêzên Rûsyayê ji herêma Sumy vekişîne. Li aliyekî din Moskov got wê navendeke çeteyan li Odessayê tune kiriye.

Hêzên Rûsyayê ji herêma Sumy vekişî
8 nîsan, 2022   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Zyvitsky bi rêya Facebookê got niha herêm ji yekîneyên Rûsyayê vala ye.

Her wiha destnîşan kir ku dê pisporên mayînan, bermahiyên hêzên Rûsyayê bê bandor bikin. Lewra dibe dengê teqînan bê bihîstin.

Zyvitsky eşkere kir ku herêm hîna ne ewle ye, ji ber ku mayîn li gelek deveran hene.

Zyvitsky niştecihan hişyar kirin ku nêzî wesayîtên leşkerî yên wêrankirî nebin.

Li aliyekî din hêzên Rûsyayê ragihand ku wê li bakurê Odessayê navendeke perwerdeyê ya ukraynayî wêran kir ku îdia dike ya çeteyên biyanî ye.

(şx)