Rihbaneta Haaretz: Îsraîl lidarxistina civînekê bi filistîniyan re red kir

Til Aviv hewldanên DYA`yê yên ji bo lidarxistina civînekê di navbera rayedarên îsraîlî û filistînî de li Koşka Spî red kir.

Rihbaneta Haaretz: Îsraîl lidarxistina civînekê bi filistîniyan re red kir
8 nîsan, 2022   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojanemya Haaretz a îsraîlî, Îsraîlê pêşniyereke Rêveberiya Amerîkayê ku civînekê ji şêwirmendên ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê û Filistinê de li Koşka Spî li dar bixe, red kiriye.

Dihat payîn ku di civînê de pêşxistina rêbazên koordîneya aborî û ewlehî di navbera Îsraîl û Filîstinê de werin nîqaşkirin.

Li gorî plana Amerîkayê dihat payîn ku şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan, serokê şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê Eyal Holata, tevî serokên îstîxbarata Misir Ebas Kamil û yê Urdinê Ehmed Husnî tev li civinî bibana. Lê nasnameya şandeya filistînî nehat diyarkirin.

Lê Îsraîlê di vê dawiyê de Rêveberiya Amerîkayê agahdar kir ku ew tev li civîna navborî nabe.

(şx)