Malbatan xwest biçin Îmraliyê

Malbatên rêber Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dan.

Malbatan xwest biçin Îmraliyê
8 nîsan, 2022   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan ê ku birayê rêber Abdullah Ocalan e tevî wasiyê wî Mazlum Dînç, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e û Melîhe Çetîn a ku xwîşka Veysî Aktaş e, ji bo ku roja Duşemê de hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan her wiha bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, serî li Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê jî dan.