​​​​​​​Îsraîl: Berpirsê êrişa li Tel Avîvê hate kuştin

Saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê îro ragihand ku wan berpirsê êrişa ku roja pêncşemê li navenda Til Avîvê pêk hat, kuştiye.

​​​​​​​Îsraîl: Berpirsê êrişa li Tel Avîvê hate kuştin
8 nîsan, 2022   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya ewlehiyê ya Îsraîlê Shin Bet diyar kir ku efserên Îsraîlê berpirsê êrişê ku xwe li nêzî mizgefteke li Yafayê ya li başûrê Tel Avîvê veşartibû, girt. Her wiha ragihand ku berpirsê êrişî di dema pevçûnê de hat kuştin û hat zanîn ku ew filistînî ye û ji Dîfa Xerbiyê ye. 

Li gorî dezgehên çapameniyê yên Îsraîlê navê berpirsê êrişa Reid Hazêm (29) e û ji bajarê Cenîn ê Dîfa Xerbiyê ye.

Çavkaniyên filistînî û îsraîlî diyar kir ku Reid Hazêm dema ku nimêja înê dikir û ji mizgeftê derket, hewl da êriş bike, lê bi hêzên taybet ên Îsraîlê re rû bi rû ma û di encamê de hat kuştin.

Di çend saetên derbasbûyî de saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê seferber bûn, polîs û saziya ewlehiyê Shin Bet beşdarî lêgerîna berpirsê teqîna li kolana Dizengoff a Til Avîvê bûn.

(dx)