Êrişên li ser Zirganê; xet bi temamî kirin hedef, lê encam negirtin

Ji fermandarên navçeya Zirganê Ekrem Dirbesiyê da zanîn ji ber ku ew û gel bi hev re li hember van êrişên dewleta Tirk disekinin, hemû êriş têk birin.

Êrişên li ser Zirganê; xet bi temamî kirin hedef, lê encam negirtin
8 nîsan, 2022   00:47
HESEKÊ – MÛRADA KENDA

Êrişên li ser Serêkaniyê, Girê Spî xeta navçeya Til Temir û Zirganê dewam dikin. Hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hene ku herêmên dagirkirî berfireh bikin. Ji 3’yê Nîsanê ve li ser vê xetê êriş ranewestîne. Bi taybetî di 4’ê Nîsanê anku rojbûna rêber Abdullah Ocalan de êriş berfirehtir bûn. Heman rojê navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Zirganê cara yekem ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve hat hedefgirtin û 3 endamên wê birîndar bûn.

Tekildarî zêdebûna êrişên li ser Zirgan û Til Temirê ji fermandarên QSD`ê yê li Zirganê Ekrem Dirbesiyê ji ANHA’yê re axivî.

Ji fermandarên QSD`ê yê li navçeya Zirganê Ekrem Dirbesiyê anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 73`ymîn rojbûna rêber Abdullah Ocalan de ji gundê Esediyê yê Zirganê heya navçeya Til Temirê topbaran kir û got: “Di van êrişan de gelek zirarên madî çêbûn. Sivîl û saziyên li navçeyê wekî navenda Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin hedef. Di encama êrişan de sivîl birîndar bûn. Êrişeke gelekî xurt pêk hat ku xeta Zirgan-Til Temirê bi temamî ji aliyê balafirên bêmirov, obûsan ve hat bombebarankirin. Lê beramberî van êrişan jî şervanên li xetê berxwedaneke xurt meşand. Welatiyên li navçeya Zirganê jî berxwedaneke mezin pêk anî ku li kelêka şervanên xwe sekinîn. Welatiyên navçeyê jî êdî tedbîrên xwe li dijî van êrişan digirin ku xwe perwerde kirine. Bi yekdestî em li dijî van êrişan disekinin.”

‘HÊZÊN RÛSYA Û ŞAMÊ JÎ HEDEF IN LÊ BÊ DENG IN’

Ekrem Dirbesiyê bal kişand ser bêbersivmayîna hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê û got: “Gelek caran nuqteyên leşkerên hikumeta Şamê jî têne hedefgirtin. Lê heya niha ji aliyên leşkerên hikumeta Şamê ve tu bersiv nehatiye dayîn. Dema em pirs dikin, dibêjin `ji Şamê ji me re talîmat nehatine.` Gelek zirar gihaşt nuqte û erebeyên wan. Hêzên Rûsyayê jî tu bersiv neda. Çûyîn û hatina hêzên Rûsyayê çêdibe lê tenê şeklî ne. Sivîlên li xeta Zirganê dimînin jî pişta xwe nadin hikumeta Şamê û Rûsyayê.”

‘AMADEKARIYÊN DAGIRKERAN LI SER XETÊ HENE’

Fermandar Ekrem Dirbesiyê diyar kir ku amadekariyên êrişan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hene û li dijî van amadekariyan ji aliyê wan ve jî amadekarî hene û got: “Li cihên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, sewqiyatên leşkerî pêk tên. Amadekariyên wan ên êrişan hene. Rojanê em tevgerên wan dibînin. Ev hefteyek e keşfên dewleta Tirk li ser asîmanê navçeyê nasekinin. Gel û şervanan jî di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de amadekariyên xwe hene. Ruxmî êrişan jî gel dikanên xwe vekirine û çandiniya xwe dikin.”  

Ekrem Dirbesiyê, bi bîr xist ku ev 2 sal e li seranserî xeta Til Temir û Zirganê êrişên hovanê pêk tên, lê heya niha dagirkeran nekariye bi ser bikevin û got: “Armanca dagirkeran valakirin, talankirina herêmê ye. Lê di her êrişêkê de ev tên têkbirin. Ji niha şûnde jî her çi qas êrişî herêmên me bikin em ê li dijî êrişan bisekinin. Tu carî gav şûnde naavêjin. Li ser fikir û ramanên rêber Abdullah Ocalan em berxwedanê didin meşandin.”

ANHA