'Lêkirina dîwar me ji hev qut nake'

Şêniyên Kobanê  diyar kirin ku lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de berdewmiya peymana Sykes-Picot e ku Kurdistan kir çar parçe û gotin: "Dijmin çi bike bila bike dê nikaribe gelê Kurd ji hev qut bike, ji ber ku ew gel xwedî îradeyeke xurt e."

'Lêkirina dîwar me ji hev qut nake'
8 nîsan, 2022   03:32
KOBANÊ

Bertekên pêkhateyên Ereb û Kurd li hemberî lêkirina dîwarê di navbera  Şengal û Rojava de ji aliyê hikumeta Iraqê ve berdewam in.

Şêniyên kantona Kobanê nerazîbûn nîşanî lêkirina dîwar da û got, dîwar wan ji hev qut nake.

' DIJMIN ÇI BIKE JÎ NIKARE GELÊ KURD PARÇE BIKE ' 

Welatiya bi navê Edle Bozan diyar kir ku dewleta Tirk bi her awayî, bi tank û balafiran êrişî gelê Kurd dike û niha jî bi rêya lêkirina dîwarê hewl dide parçebûnê di navbera Kurdan de çêke.

Edle Bozan desatnîşan kir ku dijmin çi bike bila bike dê nikaribe gelê Kurd ji hev qut bike û got: "Em dilek in, gelek in û hêzek in. Lihevkirin û dîwar me ji hev qut nake."

Edle Bozan bang li hemû gelên azadîxwaz û têkoşer kir ku li hemberî dijmin û binpêkirinên bi vî rengî bisekinin.

' IRAQ BI LÊKIRINA DÎWAR HEWL DIDE AXA KURDISTANÊ PARÇE BIKE '

Welatiya bi navê Emîne Mistefa got Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştgiriya dewleta Tirk dike û îxanetê li birayên xwe yên Kurd dike.

Emîne Mistefa wiha lê zêde kir: "Dewleta Iraqê ji bo parçekirina axa Kurdistanê û cudakirina me ji birayên me yên li Şengalê, dîwarê di nevbera me de lê dike, êdî bes e ji bo wan û îxaneta wan."

Emîne Mistefa destnîşan kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li çiyayên Kurdistanê li dijî dijminên Tirk piştgirî û parastina gelê Kurd dike û her wiha dom kir ku: "Na ji îxaneta Berzanî û PDK'ê re. Em bang li wan dikin ku xeta îxanetê berdin û rêya welatparêziyê esas bigirin. Heta kengî wê xeta îxanetê bi dijminê gelê Kurd re hilbijêrin ?"

Emîne Mistefa wiha pirsî: "Çima Nêçîrvan Berzanî tu carî serdana Rojavayê Kurdistanê nekiriye, lê serdana dijminên Kurdan li Tirkiyê dike û ji bo berjewendiyên malbatî û şexsî bi wan re kar dike."

Welatiyê bi navê Welat Mela Elî got: "Armanca lêkirina dîwarekî bi vî rengî di navbera Kurdan de ew e ku nakokiyek di nav wan de çêbibe, eger dijmin bikariba wê di navbera hemû malên Kurdan de dîwar lê bikira da ku Kurd û Kurdistanê tune bike."

Walat Mela Elî destnîşan kir ku lêkirina dîwarê di navbera herêmên Kurdan de berdewamiya peymana Sykes-Picot ye ku Kurdistan kir çar parçe û got: "Lê ev gel tu carî parçe nebe, ji ber ku xwedî îradeyeke xurt e ku li hemberî hemû hewldanên parçkiriê tê dikoşe."

(dx)

 ANHA