​​​​​​​Erebistana Siûdî ragihand ku balyozê wê vegerî Lubnanê

Erebistana Siûdî ragihand ku vê êvarê balyozê wê vegerî paytexta Lubnanê Beyrûtê. Ew jî piştî hikumeta Lubnanê soz da ku hemû çalakiyên li dijî wê û dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê rawestîne, pêk hat.

​​​​​​​Erebistana Siûdî ragihand ku balyozê wê vegerî Lubnanê
7 nîsan, 2022   19:04
BEYRÛT

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî ragihand ku baylozê wê vegerî komara Lubnanê.

Girêdayî heman mijarê, Erebistana Siûdî teqez kir ku girîngiya vegera komara Lubnanê li kûrahiya wê ya erebî girêdayî nûnertiya saziyên wê û alavên wê yên nîştimanî ye, da ku li Lubnanê ewlehî û aştî pêk were û gelê wê li welatê xwe di îstîqrar û ewlehiyê de bijî.

(fr)