​​​​​​​Komxebata TAJÊ: Bi fikrê rêber APO têkoşînê geş bikin

Li navenda Şengalê komxebata Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi diruşmeya "Felsefeya Rêber APO bingeha azadiya jinên Êzidî ye", hat lidarxistin.

​​​​​​​Komxebata TAJÊ: Bi fikrê rêber APO têkoşînê geş bikin
7 nîsan, 2022   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navenda Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi diruşmeya "Felsefeya rêber APO bingeha azadiya jinên Êzidî ye" konxebatek li dar xist. Hemû endamên jin ên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê beşdarî komxebatê bûn. Di komxebatê de sînevîzyonêk der barê jiyana rêber Ocalan de hate pêşandan.  Her wiha ji endamên Tevgara Jinên Êzidî yên Rûsya, Elmanya û Ermenistanê peyamên bi dîmen hatin û semîner hatin dayîn.

Di komxebatê de axaftina destpêkê ji aliya Berdevka TAJÊ`yê Sabîha Sebrî ve hate kirin. Sabîha Sebrî da zanîn ku jinên Êzidî bi naskirina fikirê Rêber Ocalan re wê di xwe de guhertinên mezin bidin avakirin û wiha domand:"Di serî de em bi xêrhatina hemû hevalan dikin. Piştî ku me fikir û ramanê rêber APO naskir hîn zedetir meha Nîsanê ji bo me pîroz bû. Meha Nîsanê bi naskirina fikirê rêber APO re weke jinên Êzidî bi wate bû. Em wekê jinên Êzidî ji bo azadiya Rêber APO çi ji me bê xwestin em ê bikin û têkoşîna xwe hîn xurtir bikin. Ji bo em bikaribin xeyalên Serokatî pêk bînin pêwîste em xwe hîn zêdetir bi rêxistin bikin û perwerde bikin. Fikir û ramanê rêber APO ji bo me weke jinên Êzidî ronahiyekê ku em ji tarîtiyê derxistine ye. Weke jinên Êzidî çawa ku pêwîstiya me bi nan û av heye bi xwendina fikir û felsefeya rêber APO jî heye. Gelek pilan û lîstik li ser Şengalê û bi taybet jî li ser jinan heye. Îro em kombûna xwe ya li vê derê pir girîng dibînin. Em ne jinên beriya 2014’an ne, me fikirê azadiyê êdî naskir. Bi boneya 4’ê Nîsanê em dibêjin di Şengalê de em hene û planên qirêj ên dijmin êdî li ser xwe qebûl nakin."

Di komxebatê de perspektîfên rêber Ocalan ên derbarê jinên Êzidî de hatin xwandin. Piştî wê der barê jiyana rêber Ocalan de sînevîzyonêk hate nîşandan.

Peyamên ji derveyî welat hatibûn wiha ne:

Meclisa Jinên Êzidî ya Elmanya yê Xanê Agal; “Rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye. Rêber Apo xelat û mizgîniyek mezin bû kû hate dinya yê. Eger me felsefeya Rêber Apo nasnekiriba me xwe xilas nedikir. Di fermana 2014’an de gelê Êzidî êşekê mezin kişand û di vê fermanê de jî herî zêde jinê êş kişand. Heman demê berxwedana herî mezin jî jin kir. Heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Civaka me ber bi tûne bûyinê de bû Rêber Apo vê nîşanê me kir û felsefa rêber APO ji mera bû çavkaniya ronahî û hêze. Em vê yekê bawerin ku jinên Êzidî bi fikir û ramanên Rêber APO gavên hîn mezintir bavêjin. 4’ê Nîsanê em li hemû jinan piroz dikin.”

Ermenistan Seyrana Cellad: "Bi naskirina fikira rêber APO re me Êzdayetiya xwe hîn zêdetir pênasekir. Me hîn zêdetir dost û dijminên xwe naskir. Bi saya fikre Rêber Apo me karî têkoşîna xwe bilind bikin û berxwedaniya xwe mezintir bikin. Wekî civaka Êzidî pewîstî heye ku em dest bidin dest hev û li hember dijminên xwe bisekinin."

Peyama Asya Sivik; “Li ser navê hemû jinên Êzidi yên Rûsyayê rojbûna rêber APO pîroz dikin, em roja 4’ê Nîsanê ji bo xwe wekî rojbûna hemû jinên Êzidî dibînin. Bi saya fikir û ramanê rêber APO me tekoşîna azadiya nas kir. Em ji wekî jinên yên Rûsya yê xwe bi fikirê Rêber Apo perwerde kir û bi rêxistin kir. Serokê me dîroke me ye."

‘RÊBER APO ŞOREŞA KURDISTANÊ KIRIYÊ ŞOREŞEKE CIVAKΑ

Der barê hevbeşiya felsefeya rêber Ocalan û felsefeya Êzidayetiyê de Endama Koordînasyona TAJÊ`yê Riham Heco semînerek da. Di semînerê de wiha hate gotin: "Felsefeya rêbertî ti car ji felsefeya Êzdatiyê dûr nebûye. Hinek tişt dibe kû cûdabin lê belê gelek tişt wekhev in. Me tu carî ola xwe ne xistiye xizmeta dewletan. Baweriyên ku ne ketiye xizmeta desthiladaran baweriya Êzdayetî, Êzdayetî her civakbûyînê parastiye. Felsefeya Rêber Apo jî li ser esasê têkbirina pergala kapîtalîzmê derketiye û ji bo ku tarîtiya heyî ronî bike. Baweriya me Êzidiyan jî ji bo wekheviyê hatiye dayîn".

Endama Diplomasiya TAJÊ`yê Sîham Şengalî jî di der barê jin û felsefeya rêber Ocalan de semînera dûyem da û got; “Li gelek welatan û di demên cûda de jî şoreş hatine li darxistin, lê ji bo jinê cîh têde ne hatiye veqetandin. Di têkoşîna şoreşa Kurdistanê de ku bi fikirê Rêber APO ve hatiye li darxistin cîhekê taybet ji bo jinê hatiye dayîn. Mirov dikare bêje kû Rêber APO cîhekê girîng daye jinê û rêber APO dibêje ‘Heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe’. Rêber APO şoreşa Kurdistanê kiriyê şoreşeke civakî."

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen jî di derbarê girîngiya pergala netewa demokratîk de semînera sêyem da û got: "Em nikarin tu carî fikira neteweya demokratîk ji xweseriya demokratîk cûda bikin. Eger em weke civaka Êzidî xweseriya xwe ava nekin em ê tine bibin, niha jî fikirê rêber APO bû bingeh ji me re em xweseriya xwe ya demokratik ava bikin."

Jinan di dawiya komxebate de dan diyarkirin ku ewê hîn zêdetir ser fikra rêber Ocalan xwe pêşbixin û têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Komxebat bi diruşmaya ‘Bijî Serok APO’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.