​​​​​​​Li Efrînê çeteyan dîsa şerê hev kirin: welatiyekî jiyana xwe ji dest da- HATE NÛKIRIN

li navçeya Bilbilê ya Efrîna dagikirî careke di navbera çeteyên Feyleq El-Şam û Firqet El-Hemzat de şer derket,  Di encama şer de kalemêrekî jiyana xwe ji dest da û gelek sivîl di nav de jin û kesên bi temen birîndar bûn.

​​​​​​​Li Efrînê çeteyan dîsa şerê hev kirin: welatiyekî jiyana xwe ji dest da- HATE NÛKIRIN
7 nîsan, 2022   18:38
ŞEHBA

Piştî rojekê ji rawestandinê, vê êvarî careke din li navçeya Bilbilê şer di navbera çeteyên Feyelq El-Şam û Firqet El-Hemzat derket.

Li gorî çavkaniyên xwecehî, ji ber şerê çeteyan, kalemêrekî jiyana xwe ji dest da û gelek sivîl di nav  de jin û kesên bi temen hene birîndar bûn, navên birîndaran nehat zanîn.

Şeva Çarşemê di navbera her du komên çete yên navborî de li navçeya Bilbilê derbarê parvekirina tiştên ji malan dizîne de şer derketibû.

Tê gotin, şer li cihên ku sivîl lê dimînin rû dide û hemû cûre çek têne bikaranîn.

(şt)

ANHA