Bazara demkî ya Amûdê barên welatiyan sivik kiriye

Bazara demkî di meha Remezanê de rê li pêşiya keysbaziya bazirganan digire û kel û pelan bi buhayên kêm ji welatiyan re dabîn dike

Bazara demkî ya Amûdê barên welatiyan sivik kiriye
7 nîsan, 2022   06:09
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Di wextekî de ku herêm û Sûriyê ji krîza aborî zehmetiyan dikişînin û kel û pel buha bûne, Rêveberiya Xweser hewl dide hewcedariyên welatiyan bi buhayên baş dabîn bike, da ku barên welatiyan sivik bike.

Bi rasthatina meha Remezanê re, 30`yê Adara derbasbûyî Odeya Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, bazareke demkî vekir da ku welatî rasterast hilberînan ji xwediyên kargehan bikirin.

`GAVEKE ERÊNÎ YE`

/ar/uploads/files/2022/04/07/055117_amad-hsyn.webp

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Îmad Hisên ê ji navçeya Amûdê anî ziman ku vekirina vê bazarê di meha Remezanê de, ji bo hemû welatiyan gaveke erênî ye û wiha got: "Ferqekeke mezin di navbera nirxên bazarê û dikanên bazirganiyê yên li bazarên din de heye. Li bazar kel û pelên bi kalîte peyda dibin."

Li gorî Komîteya Amadekar armanca bazara rasterast, dabînkirina madeyan bi buhayên guncaw e, her wiha da ku di meha Remezanê de rê li pêşiya keysbaziya bazirganan bê girtin û welatiyan teşwîqî pîşesaziya herêmî werin kirin.

Hisên bal kişand ser keysbaziya bazirganan di meha Remezanê de û wiha dewam kir: "Piraniya bazirganên li sûkê di Remezanê de nirxên kel û pelan bi bihaneya bihabûna dolarê û girtina dergehan, bilind dikin lewma ev bazar hate vekirin."

Welatiyê bi navê Îmad Hisên di dawiyê de banga berfirehkirina bazara rasterast kir, da ku hîn zêdetir xwarin lê were bicihkirin.

Li bazara rasterast ev kel û pel hene: Zeyta zeytûnan, birinc, burxil (savar), konserwe, şêranî, rîçal, ava bacanan, madeyên paqijiyê, qehwe û ton û  çay.

'ZÊDEKIRINA KARGEHAN'

/ar/uploads/files/2022/04/07/055206_hylda-shndy.webp

Berpirsa Bazarê û endama rêveber a Odeya Pîşesaziyê ya navçeya Amûdê Hêlda Şindî got: "Şêniyên kantona Qamişlo bi awayekî balkêş têne bazarê. Li bazarê made bi nirxê lêçûnê tê firotin, lewma welatî tên bazarê. Ev bazar dê heta dawiya meha Remezanê vekirî be."

Bazar li qada şehîd Cîhad a navçeyê ye û ji saet 20:00`an heta saet 00:00 vekirî ye.

Hêlda Şindî da zanîn ku dibe kel û pelên din li bazarê di demên pêş de werin zêdekirin.

/ar/uploads/files/2022/04/07/055010_akrm-alqasm.webp

Li aliyekî din jî xwediyê kargeha Şekir Ekrem Qasim jî başdarî bazara rasterast bû, da ku di vê mehê de alîkariya welatiyan bike û madeyan bi nirxekî guncaw bifiroşe welatiyan. Ekrem Qasim destnîşan kir ku nirxên madeyan li bazarê ji bo hemû welatiyan baş e û ew ê heta dawiya mehê cihê xwe tê de bigirin.

`BERFIREHKIRINA BAZARÊ`

/ar/uploads/files/2022/04/07/055040_ilham-mhmd.webp

Welatiya bi navê Îlham Mihemed a ji navçeya Amûdê bang li hemû welatiyan kir ku berê xwe bidin vê bazarê û hewcedariyên xwe ji wir dabîn bikin. Îlham Mihemed da zanîn ku hin made li bazarê kêm in û li ser vê yekê bang li aliyên peywendîdar kir ku vê gava erênî berfirehtir bikin.

Îlham Mihemed di dawiyê de banga avakirina komîteyeke çavdêriyê kir, da ku rê li pêşiya keysbaziya bazirganan di sûkên din de were girtin.

(eh)

ANHA